Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, rexneyên tund li aliyên opozisyonê girtin û ji bo HDPê jî gotina "terorîstên siyasî" bi kar anî.
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, dilgiraniya xwe ji bikaranîna peyva Kurdistanê anî ziman.
Li Parlamena Tirkiyê hevdîtinên budceya 2022ê bi dawî bûn û qanûna budceyê li Lijneya Giştî hat pesendkirin. Li Lijneya Giştî ya Parlamena Tirkiyê 17ê Kanûna 2021ê pêşniyara qanûna Budceya Rêveberiya Navendî ya 2022ê hat pesendkirin.
Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç bilindbûna kura dolar nirxand û got: “Diziyek mezin û operasyona pêşkêşê heye. Yê vê operasyonê birêve dibe Banka Navendî ye.”
Dije-terora Tirkiyê li ser kongireya HDPê ya li Stenbolê bi hinceta `dirûşmên piştgiriya PKKê` lêkolîn da destpêkirin.
Li parlementa Tirkiyê di navbera Wezîrê Navxwe û parlemeteran de alozî derket.
Heftemîn Rûniştina Doza Kobaniyê li Enqerê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê dest pê kir. Di rûniştina 7emîn de dîsa endamekî din yê dadgehê hat guhertin û 31 kesên ku wek gilîkar beşdarî dozê bibûn dev ji dozê berdan û beşdarî dozê nabûn. Doza ku 2 hezar parêzer dişopînin dê hefteyeke berdewam bike.
Konseya Ewropayê bang li Tirkiyê kir ku Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bê berdan.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li gel balyozên welatên YE civiya û doza Kobanî, doza girtina HDPê, krîza aborî û dawîn pêşhatên siyasî yên li Tirkiyê mijarên sereke yên civînê bûn.
Mebûsê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu ji ber hesabê xwe yê twittirê re nivîsî ku ji ber bi kurdî axiviye gardiyanan li girtiyekî daye.