Demirtaş: Gel yê sîyaseta dewleta nika bi dawî bîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330955-demirtaş_gel_yê_sîyaseta_dewleta_nika_bi_dawî_bîne
Hevserokê berê yê HDP careka din ji hêzên civakî yên Tirkîyê xwest ku li rex hev jibo rakirina pergala nika hewil bidin û pêşerojeke nû kivş bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2021 17:55 Asia/Tehran
  • Demirtaş: Gel yê sîyaseta dewleta nika bi dawî bîne

Hevserokê berê yê HDP careka din ji hêzên civakî yên Tirkîyê xwest ku li rex hev jibo rakirina pergala nika hewil bidin û pêşerojeke nû kivş bikin.

 

 

 

Selahedîn Demirtaş Hevserokê berê yê HDP pêgirî ser pêwîstîya yekitîya hêzên curbicur ên civakî li Tikrîyê kir û ji wan xwest ku nakokîyan bidin alîyekî û jibo rakirina pergala nika hewil bidin û manîfêsta pêşeroja Tirkîyê binivîsin.

Demirtaş derbarê hilbijartina bê ya Tirkîyê da jî got: Heke hemî hêzên dêmokirasîyê ji wan partîyên sîyasî, yekitîyên karkeran, malnişîn, çalakên jîngehê, çalakên tevgerên jin û ciwanan, komên mezhebî û tevgerên çep bikaribin bi awayekî qanûnî û beranber dora masê bicivin û manîfêsta hevpar a sedsala bê ragihînin, ew komana yê veguherin altêrnatîveke sîyasî ya dîyar jibo AKP û reşbînî û bêbiryarî dê li vî welatî ji nav bibe.

Demirtaş herwiha got: Bazara rikeberîyên derbarê hilbijartinan da germ dibe. Dema roja wê were, gelê Tirkîyê yê ser sindoqên dengdanê vê sîyaset û rewşê bi dawî bînin.