-
Xerîbabadî: Bila Amerîka li şûna şer rêbazeke din hilbijêre
Tîrmeh 18, 2026 17:56Cîgirê Wezîrê Karên Derve behsa berdewamiya destdirêjiya Amerîkayê kir û got: Ewlewiyeta niha ya Komara Îslamî ya Îranê berevaniya webirr a ji welêt û bersivdayîna li êrîşkaran e.
-
Dewama bersiva webirr a Sipahê; Êrişa ser binkeyên leşkerî yên Ameîrkayê li Kuweyt, Behrêyn û Ordonê
Tîrmeh 18, 2026 17:05Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ragihand, wek bersiva li hember destdirêjiyên Amerîkayê, navend û binkeyên leşkerî yên vî welatî li Kuweyt, Behrêyn û Ordinê dane ber êrişên bi mûşek û xwefiran û ev operasiyon wê heta sekinandina destdirêjiyan bidomin.
-
Êrişa ser tesîseke bêxwêkirinê ya Caskê, binpêkirina qanûnên navnetewî ye
Tîrmeh 18, 2026 16:59Wezîrê av û enerjiyê yê Îranê wek berteka li hember êrişa terorîstî ya Amerîkayê ser tesîseke bêxwêkirinê ya Bonciyê li rojava bajarê Caskê ku ji ber wê 2 gund bêav man, ev kara cinayeta cengê û binpêkirina aşkera ya qanûnên navnetewî û konvansiyonên mirovdostane da zanîn.
-
Baregeha Amerîkayê û binkeya terorîstan li bakurê Iraqê ketin ber êrişê
Tîrmeh 16, 2026 18:22Ji ber êrişa bi xwefirrê li ser baregeha leşkerên amerîkayî li nêzikî Balafirgeha Hewlêrê, çend leşkerên amerîkayî hatine kuştin.
-
Berdevkê Artêşê: Tengerêya Hormizê heta pejirandina pergala îranî dê girtî bimîne
Tîrmeh 16, 2026 18:17Berdevkê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku heta dema ku Amerîka pergala qanûnî û mekanîzma li gorî xwesteka Îranê ji bo birêvebirina Tengerêya Hormizê qebûl neke, ev tengerê dê girtî bimîne.
-
Îranê Komîserê Mafên Mirovan derheq destdirêjiya Amerîkayê hişyar kir
Tîrmeh 16, 2026 18:05Balyoz û Nûnerê Dayîmî yê Îranê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Jênêvê, di nameyekê da bo Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan, xwest ku êrişên Amerîkayê yên li ser binesaziyên ne-leşkerî yên Îranê bi awayekî eşkere bên şermezarkirin.
-
Yedekên niftê yên Amerîkayê gihîştin asta herî nizm
Tîrmeh 16, 2026 18:03Li gorî amarên fermî yên herî nû yên hikûmeta Amerîkayê, asta yedekên stratejîk ên niftê yên vî welatî gihîştiye asta herî nizm di 43 salên raborî da.
-
Êrişa Amerîkayê ser Nexweşxaneya Zarokên Tûşbûyî bi Şêrpenceyê ya Ehwazê hat şermezarkirin
Tîrmeh 16, 2026 18:02Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, êrişa li nêzikî navenda dermankirina şêrpenceyê ya zarokan li Ehwazê ku bû sedema valakirina vê nexweşxaneyê, bi tundî şermezar kir.
-
Têkçûna lêktêgeheştina Îslamabadê bi kiryarên bi dijminatî yên Amerîkayê
Tîrmeh 16, 2026 10:54Hevgavê şeva çaran a êrişên destdirêjkerane yên Amerîkayê, rêxistina terorîst a Sêntkamê destpêbûna dorpêça deryayî ragihand; Wezareta xizîneya hikûmeta Trump jî boykotên nû sepandin.
-
Dilgiraniya kûr a Pikenê ji şerxwaziya nû ya Trump li tengerêya Hormizê
Tîrmeh 14, 2026 16:55Lîn Ciyan, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê dilgiraniya xwe ya kûr derbarê dorpêça deryayî ya Îranê ji aliyê Amerîkayê ve nîşan da û got: Vegerandina gemîvaniya asayî û ewleh li tengerêya Hormizê di demeke nêz de, daxwaziya hevbeş a civaka navneteweyî ye.