Tebax 11, 2015 19:15 UTC
  • Şikayeta Partiya Demokratîk a Gelan ji Erdogan li cem taxima bilind a hilbijartinan
    Şikayeta Partiya Demokratîk a Gelan ji Erdogan li cem taxima bilind a hilbijartinan

Şikayeta Partiya Demokratîk a Gelan ji Erdogan li cem taxima bilind a hilbijartinan

Partiya demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li dij Erdogan, serokkomarê vî welatî bona piştgiriyên wî yên yekalî ji partiya Dad û Geşepêanê (AKP), li cem taxima bilind a hilbijartinan doz vekir.

Partiya Demokratîk a Gelan li daxuyaniyekê destnîşan kir ku Erdogan anegorî esla bêalîtîbûna serokkomar a ku li qanûna bingehîn de hatiye naxebite û bi vî awayî sûnda bêalîtiya xwe binpê kiriye. Di nava partiyên siyasî yên dijberî dewletê de, belki partiya Demokratîk a Gelan bûye armanca êrişên devkê yên herî giran ên Erdogan û her wiha serokên din ên partiya Dad û Geşepêdanê. Ji tawana Erdogan li hember serokên HDPê li ser bêdînbûna wan bigirin heta cudatîxwazbûna wan, hemû bûne sedemê nerazîbûnên serokên HDPê. Eva tenê Erdogan nîne ku êrişî ser HDPê dike. Rayedarên din ên partiya serdest a Tirkiyê jî yên wekî Yalçin Akdogan, alîkarekî Davûdoglû, serokwezîrê jî bi eşkera gotiye ku em ê pir kêfxweş bibin ku HDP baraja hilbijartinan derbas neke. Helbet hin çavdêrên siyasî gefxwarinên wiha yên di navbera partiyan de karekî normal dizanin lê tişta ku derveyî çarçoveya urf û edetên siyasî ye, helwêsta Erdogan wekî serokkomar li warê piştgirî ji partiyekê û dijayetiya li hemberî partiyên din yên wek HDP'ê ye.
Wî pir hewl daye ku xwe kesekî bêla nîşan bide. wekî mînak: Erdogani gotiye ku bi partiyan re peywendiyeka wekhew heye lê li gor gotina wî bi xwe dilê wî bi AKP'ê re ye. Gelek dijberên Erogan ji wî xwestine ku wekî Evdilleh Gul, serokkomarê berê yê Tirkiyê ku demekê jî zilamê dudiyan ê AKP'ê bû, bêla bimîne. Lê meyl û xwestekên Erdogan ji bo bi destxistina hêza û qaweta tam û pawanxwaziyê, pêşiya vê yekê digire û nahêle ku ew bêteref bimîne û nahêle ku ew xwe ji pêvajoya rikeberiyên hilbijartinan ya di navbera partiyan dûr xe. Erdogan li axiftinên curbicur de hertim besna xebat û pêngvên AKP daye û ji aliyê din ve siyaset û helwêstên partiyêbn din rexne kirine û boxtanên curbicur li wav girêdaye bi taybetî li HDP'ê û her ew mesela jî bûye sedem ku karzanên siyasî nihêrîn û bîr û bawerên curbicur li bara Erdogan û siyasetên wî li bereberê hilbijartinan bînin zimîn. Hin çavdêrên siyasî, helwêstên bi vî awayî, ji ber nigeraniya Erdogan ji ketina HDPê nav parlimanê û jkêmbûna dengên AKPê li hember zêdebûna dengên HDPê bi taybet li navçeyên kurdtêde dizanin. Çawan ku vê dawiyê Silêman Ûslû, alîkarekî AKPê gotiye: "Eger li navçeyên kurdtêde derbe li asta dengên partiya Dad û Geşepêdanê bikeve, em ê navçên hanê li ser serê Demirtaş, hevserokê partiya Demokratîk a Gelan, xirab bikin." Hinek din ji çavdêrên siyasî jî ser vê bawerê ne ku Erdogan ji ber ku dizane mewqiya partiya Dad û Geşepêdanê lawaz bûye, hewl dide bi dijberiya ligel partiya demokratîk a Gelan, ku alîgirê kurdan e, bi netewparêzên li Tirkiyê re hevalbendiyekê pêk bîne. Ji ber vê yekê ye ku ew helwêstên tund ên Erdogan li dijî HDPê ji ber rikeberiyên hilbijartinan bona bi destanîna dengên zêdetir dizanin. Lê hinekî din Erdogan kesayetiyekî siyasî yê dijî dayîna imtiyazên zêdetir bo kurdan dizanin û ser vê bawerê ne ku ew ti mecalekê bona serkutkirina partiyên alîgirê kurdan ji dest nade. Eva li halekê ye ku hin çavdêrên siyasî ser vê bawerê ne ku dewama nihêrîneka wiha ji aliyê Erdogan, yê li dawiyê li ser ziyana partiya Dad û Geşepêdanê bi xwe bibe û gelek ji xelkê Tirkiyê heta gelê tirk yê vî welatî ji bo nîşandana nerzîbûna xwe li hemberî binpêkirina qanûna bingehîn ji aliyê serokkomar ve di warê berçav negirtina qanûna bêlabûnê, wî li dij qayideûqirarên demokrasiyê bizanin û li encamê de yê li bara dengên xwe bo AKPê zêdetir bifikirin.

Serepeyv