Tebax 11, 2015 19:12 UTC
  • Devojeniya Erdogan li dij dijberan
    Devojeniya Erdogan li dij dijberan

Devojeniya Erdogan li dij dijberan

Erdogan serokkomarê Tirkiyê carek din dijberên xwe ji wan Partiya Demokratîka Gelan (HDP) bi şîdet rexne kir û ev partiya tawanbar kir ku bi tevgera Xizmet ya bi seroatiya Fethullah Gulen ra hevalbendî pêk aniye.

Erdogan tevgra Gulen wekî hikûmeta Paralêl dide zanînê ku heya niha çi ji dest hatiye bona jinavbirina vê tevgerê û hogrên wê kiriye. Heta hogirên vê tevgerê ji nav gişt saziyên ewlehî, dadwerî û siyasî derxistine. Niha Erdogan HDP tawanbar dike ku destê wê jî di nav hikûmeta Paralêl da ye û dixwaze bi vî navî rê li ber vê partiyê bigre ku nekare here parlmana Tirkiyê. Tawanbarkirina HDP bi vê yekê ku bi tevgera Xizmet ya Gulen re hevalbendî pêk aniye ji bo vê yekê ye ku van her du grûpan bi hevra ji nav bibe û herî kêm nehêle ku HDP derbasî parlemanê bibe. Erdogan çi ji dest hatiye li dij HDP kiriye û ev partiya carna tawanbar kiriye ku alîkariya cudatîxwazan dike û carna jî ew partiyeke li dij ol û dînê Xwedê daye zanînê û serokên wê bê dîn û Xwedênenas hesibandiye û niha jî dibêje ew hevkariya hikûmeta Paralêl dike. HDP tenê partî ye ku li Tirkiyê da piştgîriya mafên kurdan dike.
Gelo helwêstên wiha ji aliyê Erdogan ku piranî ji bo bi dest xistina dengên nejadperêz û panturkîstane bi rastî ji vê hedefa wî re bi bandor û kêrhatî ye? 
Gelek kêm hene ku persiva erê bidin vê pirsê, her çend ku ji hemûyan re zelal e ku Erdogan bona bidestxistina dengên netewperêzên Tirk û dûrxistina HDP ji Parlemanê û dengê îslamxwazan van boxtan û propagandan birêve dibe, lê gelek karzanên bawer in ku ev boxtanên ku Erdogan li dij dijberên xwe bitaybetî li dij HDP têxe rojevê, dûhatên xwe yên Nigatîv hene û yek ji wan eva ye ku ev meselana dibin sedem ku PKK dev ji birêxistina kongera jiçekkirinê berde . çawa ku PKK ev kara jî kir û hegera vê yekê gotinên Erdogan li dij PKK û mesela kurdan daye zanîn. Eva li rewşekê da ye ku li rûniştina koşka Dolma Baxçe, rayedarên hikûmeta Enqerê û endamên HDP bi derxistina daxûyaniyeke 9 xalî li bara birêketina kongera çekdanînê ji bo kuakirina şerê çendîn salî di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê û herwiha çareseriya mesela kurdan li hev kiribûn. Ji ber vê yekê ye ku ev karzanana bawer in helwêst û siyasetên Erdogan û êrişên wî li dij dijberan dibe sedem ku mesela kurdan li Tirkiyê hîn jî çareser nebe û pêşeroja vê meselê li Tirkiyê nezelal û bi dûman bibe. Kurdên Tirkiyê bawer in ku partiya serdest ya AKP bi saya desthilat û amêrên desthilatdariyê dixebite ku bi her awayekî nehêle HDP bikeve nav parlemana Tirkiyê, Li vî halî de serokên HDP pir hêvîdarb in partiya wan derbasî parlemanê bibe, lê li vê rewşê de dibêjin heke hikûmetê bi her awayekî nehêşt ev partiya here nav parlemanê, eva tê wateya kutabûna pêvajoya muzakireyên aştiyê di navbera hikûmetê û kurdên Tirkiyê. Serokên HDP herwiha li daxûyaniyekê da ragihandin ku partiya serdest ya AKP tev serokkomarê Tirkiyê herdem raya giştî ji gef û tehlokên navxeyî û derveyî tirsandine da ku li vî welatî da gişt desthilatê bigrin dest xwe û sîstemeke Hejmûnîk û dîktatorane pêk bîne. Dijberên Erdogan bawer in hedefeke wî ji propagand û êrişên li dij partiyên dijber eva ye ku nehêle ew bikevin nav parlemanê û xelk tenê dengê xwe bidin AKP. meseleyek wiha bûye sedem ku rexnekirên Erdogan yên wek Selahedîn Demîrtaş hevserokê HDP bibêjin Erdogan wek serokkomar piştgîriya partiya serdest ya AKP dike û ji bo vê yekê boxtanan li partiyên din girêdide ku eva bi xwe li dij qanûna bingehîn ya Tirkiyê ye, çûnku li gor vê qanûnê serokkomar li hilbijhartinan û herkarekî din divê piştgiriya ti partiya neke û bê teref bimîne. Her ev mesela diqewime ser zirara AKP bibe û gelek ji xelkê Tirkiyê ji ber karên neqanûnî yên Erdogan û serokên din yên AKP dengê xwe nedin vî partiyê. 

Serepeyv