Sibat 10, 2022 14:09 Asia/Tehran
  • Federasiyona Cîhanî ya Boksê (IBA) cihê tu gotinekê nehîşt

Federasiyona Cîhanî ya Boksê (IBA) angaştên hilêxistî li dijî federasiyona Îranê red kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Li pey tawanên pûç û derew ên vê dawiyê yên kesekî ku xwe wek endamê Komîteya Teknîkî ya Yekîtiya Navneteweyî ya Boksa Cîhanê (IBA) dabû nasandin, Federasiyona Boksa Îranê bi raberkirina raporekê û gilîkirina li IBAyê, derbarê îdiayên vî kesî daxwaza ronkirinê kir.

 

Li gorî vê yekê, roja borî Îstvan Kovaks, Sekreterê giştî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Boksa Cîhanê (IBA) bi şandna nameyekê bo Federasiyona Boksa Îranê tevî piştrastnekirina nebûna vî kesî li Komîteya teknîkî ya IBAyê, qala vekolandina tawanên vî kesî li dijî Boksa Îranê kir.

 

Serepeyv