Îlon 05, 2024 19:08 Asia/Tehran

Serokomarê Tirkiyê bi pêgîriya li ser viya ku Enqere û Qahire helwêstên hevpar li ser mijara Filistînê hene, li ser terora şehîd Heniye got ku Rejîma Siyonîst Erdogan: Îsraîlê aliyê xwe yê gotûbêjê ku di halê muzakireya pê re bû, kuşt.

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, duh Çarşemiyê di civîna xwe ya hevpar a çapemeniyê bi Ebdulfetah Sîsî, serokomarê Misrê re, sefera xwe ya bo Misrê di Sibata buhurî da xaleka werçerxanê di peywendiyên di navbera Tirkiye û Misrê de da zanîn û bi ragihandina  viya ku Misr û Tirkiye helwêsteka hevpar li ser mesela Filistînê hene herwiha got: Sekinandina şerrê li Xezzê karê sereke ye û em ê ji bo sekinandina jînûsayda li Xezzê pirr hewl bidin. Erdogan bi ragihandina viya ku siyaseta kabîneya Netaniyahu, navçe û gişt cîhanê dixe ber xeterê û pêgîrî kir: Em ê hewldana ji bo garantîkirina muhakimekirina berpirsên îsraîlî ku li Xezzê cinayet pêk anîne, bidomînin.

Eî Sîsî jî jibilî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji ber yekemîn sefera xwe ya bo Tirkiyê di 12 salên buhurî da û hevdîtina bi Erdogan re got: Karesata Xezzê bêmînak e û divê agirbesa demkî pêk were.

Wî amajeyî pêwîstiya şandina alîkariyên mirovdostane bo Xezzê kir û li ser girîngiya mafê pêkanîna welatê serbixwe yê Filistînê pêgîrî kir.