Cotmeh 05, 2024 22:33 Asia/Tehran

Hewldanên Rejîma Siyonîst ji bo derbasbûna nav axa Lubnanê di çend rojên borî de rastî işkestê hat û vê rejîmê ji bo cebirandina van şikestan berê xwe daye tolhildana ji xelkê sivîl.

 Berevajî propagandayên Rejîma Siyonîst, her çend kuştina Seyd Hesen Nesrullah ji bo Hizbullahê û bereya berxwedanê û tevahiya navçeyê ziyaneke mezin bû, lê çawa ku berî niha hatibû ragihandin, ti bandoreke neyînî li ser hêza berevaniyê ya hêzên  Hizbullah û hêzên berxwedanê nekiriye.Di rewşek wiha de,Rejîma Siyonîst wek şerê Xezeyê, xelkê sivîl ji xwe re wek armanên herî hêsan dihesibîne. Êrişên leşkerî yên rejîma dagîrker ser başûrê Lubnanê di hefteyên dawî de bi awayekî hovane bûye sedema kuştina zêdetir ji du hezar kesî û koçberbûna nêzîkî yek milyon kesî. Artêşa rejîma dagirker vê sibê êrişên giran kirin ser  Zahiya başûrê Beyrûtê. Balefirên cengê yên  vê rejîmê di van êrişan de,hin avahî li deverên El Şewîfat û Burc El Beracenê bombebaran kirin. Artêşa  dagirker aSiyonîst jixelkê van herêmên Beyrûtê xwestiye ku demildest terka wir bidin lê rastî ev e ku gel her dem bi eniya berxwedanê  re hevrê ne.Ji xwe Rejîma Siyonîst hem li Xeze û hem jî li Lubnanê  ji viya ku xelkê van navçana hertim li gel komên berxwedanê bûne hêsr bûye û bi êrişa ser sivîlan  dixweze hêrsa xwe kêm bike.

Ji aliyê din ve, Hizbullahê di daxuyaniyekê de ragihand ku li bereyan curbicur bi leşkerên Siyonîstî rekeiye pevçûnê  û herwiha gelek navendên sereke yên Rejîma Siyonîst li erdên  dagîrbûyî bi mûşekan kirine armanc.Radyoya Rejîma Siyonîst her wiha ragihand ku bi dehan mûşek ji Lubnanê ber bi bajarê Kermeîlê ya El-Celîl li bakurê erdên dagirbûyî hatin avêtin.Sabrin Newsê jî bi ragehandina giranbûna êrişên mûşekî yên Hizbullahê ser bajarokên siyonîstnişîn got ku  ku  zengilên hişyariyê  li bajarokên Doyo, Sefad, Kermeil, Dêr El-Esed  hatin lêxistin û Siyonîst bi lez û bez û ji  tirsan xwe gîhandine sitargehan.Li gorî bawera karzanan, pêkanîan tifaq û yekitiya  di nav gelê Lubnanê û eşîrên curbicur yek ji mîrateyên giranbuha yên Seyd Hesen Nesrullah, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê bûye û  bûyerên çend rojên borî nîşan didin ku gelê Lubnanê hîn jî  li dû parastina vê mîrateyê ye, ku piştgiriyeke herî girîng e ji bo gelê Lubnanê ji bo derbaskirina rewşa  bi qeyran a niha û bidestxistina serkeftineke dîrokî ya din, mijareke ku bê guman  dibe sedema işkesta rejîma zarokkuj a Siyonîst.