Tîrmeh 17, 2024 08:00 Asia/Tehran
  • Êrişên berfireh ên Hizbullahê bi roketan ser bajarokên siyonîstnişîn

Berxwedana Îslamî ya Lubnanê, sêşemiyê şevê derbarê êrişa mûşekî ya ser hejmarek bajarokên siyonîstnişîn li bakurê Filistîna dagirbûyî agahî da.

Berxwedana Îslamî ya Lubnanê ragihand ku li bersiva êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser başûrê Lubnanê ku di encamê de 3 welatiyên sivîl şehîd bûn, bajarokên Keferhoşen, Orhegnoz, Baryohay, Kabri û Miron bi dehan mûşekên Katyûşa kirine armanc.Eva di halekê de ye  ku çavkaniyên Îbrîziman ragihandin ku Hizbullaha Lubnanê di 24 sietên derbasbûyî de zêdetirî 150 mûşekji rexê başûrê Lubnanê ber bi bakurê Filistîna dagîrbûyî ve avêtine.

Medyaya siyonîst ragihand ku ji başûrê Lubnanê 35 heta 40 mûşek ber bi Kiryat Şemona û deverên din ên herêma Celîlê ve hatin avêtin. Her wiha hin medya derbarê şewata li derdora meqera Ramîmê li rojavaya Keryat Şemonayê piştî êrişa mûşekî ser vê herêmê agahî dan. 

 

Serepeyv