Kanûn 08, 2023 09:14 Asia/Tehran
  • Qeter: Divê civaka cîhanî ji bo rawestandina destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser cihên pîroz tevbigere

Wezareta karên derve ya Qeterê wek berteka li himber xwenîşandanên siyonîstan li Qudsa dagirbûyî, daxwaza hewldana civaka navneteweyî ji bo rawestandina êrişên Rejîma Siyonîstî li ser cihên pîroz ên îslamî û mesîhiyan kir.

Wezareta karên derve ya Qeterê kiryara Rejîma Siyonîst derheq dayîna  îznê bo siyonîstên tundrew ji bo lidarxistina xwenîşandana li Qudsê ya dagirbûyî şermezar kir.

Polîsê Rejîma Siyonîst bi lidarxistina xwenîşandana siyonîstên tundrew li Mizgevta Eqsayê bona rawestandina çavdêriya ewqafa îslamî li ser vê cihê pîroz pesend kir.

Dezgeha Ewqafê ya Qudsê ya girêdayî Wezareta Ewqafê ya Urdinê berpirsê birêvebirina karûbarên mizgevta Eqsayê ye.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Qeterê de hatiye: Çalakiyên  bi tehrîk ên rejîma dagirkernakokî zêde kirine û asta şîdetê li herêmê berfireh dike.

 Wezareta karên derve ya Qeterê her wiha xwest ku civaka navneteweyî jRejîma Siyonîst  neçar bike ku dest ji destdirêjiyên xwe yên li dijî cihên pîroz ên îslamî û mesîhiyan berde.

 

Serepeyv