Bahoza Eqsayê têkçûneke nayê cebirandinê ji bo Rejîma Sîyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/radio/filistîn-i351640-bahoza_eqsayê_têkçûneke_nayê_cebirandinê_ji_bo_rejîma_sîyonîst
Rejîma Sîyonîst di yeksala buhurî da ragihand ku armanca wê jinavbirina Tevgera Hemsê ye, îro salek ji wê operasyonê derbas dibe û he tenê Hemas ji nav neçûye belkî vê tevgerê îro jî êrişî Tel Avîvê kir.
(last modified 2024-10-07T14:21:55+00:00 )
Çirî 07, 2024 17:43 Asia/Tehran

Rejîma Sîyonîst di yeksala buhurî da ragihand ku armanca wê jinavbirina Tevgera Hemsê ye, îro salek ji wê operasyonê derbas dibe û he tenê Hemas ji nav neçûye belkî vê tevgerê îro jî êrişî Tel Avîvê kir.

Îro 7ê Cotmehê yekem salvegera operasyona giran û berfire ya Bahoza Eqsayê ye. Di 12 mehên buhurî da hemî çiqên Bereya Berxwedanê derveyî cidatîya mezhebî ser bingeha meseleya Filistînê bi Hemas û Cihada Islamî ra li Xezzeyê bûne yek û operasyonên curbicur li dar xistine. Ji wan Yemen ku salroja operasyona Bahoza Eqsayê li vî welatî wek betlaneya fermî ragihand û meş û merasimêb berfire li Sen`a û deverên din ên Yemenê tên lidarxistin.

Operasyonên serkevtî û xurt ên artêşa Yemenê ku bi nîşaneya piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê tên lidarxistin ji wan karana ye.

Koma Berxwedana Islamî ya Iraqê jî di 12 mehên buhurî da bi nîşana piştgirîya ji gelê mezlûm ê Xezze û Libnanê gellek operasyon dijî Rejîma Sîyonîst li dar xistine. 

Yekitîya misilmanan û berbiçavbûna meseleya Filistînê dihatin jibîrkirin û meseleya Filistînê bi saya lihevkirina sîyonîstan û serokên welatên herêmê idî dihat jibîrkirin. 

Îro rojê divê meriv bi awayekî taybet bala xwe bide ser risteyeek gotinên hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ku got: Operasyona Bahoza Eqsayê, Rejîma Sîyonîst 70 salî paşda zivirand. Ev gotina bi zimanê ibrî li rûpela X`ê hatîye weşandin.