Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 41 hezar û 182 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/radio/filistîn-i351219-hejmara_şehîdên_xezzeyê_rabû_41_hezar_û_182_kesî
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên fiilstînî li Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023yê va rabû 41 hezar û 182 kesî.
(last modified 2024-09-14T12:19:11+00:00 )
Îlon 14, 2024 15:46 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên fiilstînî li Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023yê va rabû 41 hezar û 182 kesî.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku Rejîma Sîyonîst di 48 saetên buhurî da 4 komkujî pêk anîn ku di encama wan da 64 kes li Zîvala Xezzeyê hatin şehîdkirin û 155 kes jî hatin birîndarkirin.

Bi vê awayî hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmehê va bi dû operasyona Bahoza Eqsayê heta nika rabû 41 hezar û 182 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 95 hezar û 280 kesî.

Vê dawîyê Rêxistina Cîhaîn ya Tenduristîyê jî ragihand ku ji destpêka şêrr va heta 23yê Tîrmehê li Zîvala Xezzeyê 17 hezar û 550 kes ji mil û pîyê xwe va mexdûr bûne.

Di vê heyamê da 4 hezar û 50 niştegerîyên birrîna organên laş hatîye kirin.

Li gorî agahîyan ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta 23yê TÎrmeha sala 2024ê nêzî yek ji çarê birîndaran yanî 22 hezar û 500 birîndar usa birîndar bûne ku vê yekê bi giranî bandor l ijîyana wan kirîye