Pirtûkxaneya Amûdê 7 Hezr Pirtûkên Cûrbecûr Dıhewîne.
Bajarê Amûdê bi nivîskar û rewşenbîrên xwe tê nasîn, ji bo wê jî dema ku em bêjin çanda xwendinê li Amûdê heya astekê pêşketiye normal e.
li Amûdê pirtûkxaneya çand û hunerê piştî ya Dêrikê rêza duyemîn e di Herêmê de, ye ku 7 hezar pirtûk bi hemû cûreyan û zimanan tê de heye, ku rojane bi dehan kes serdana pirtûkxaneyê dikin. Pirtûkxane cihê ku rewşenbîr û hezkiriyên xwendinê hembêz dike ye, bi armanca teşwîqkirina civakê ji xwendina pirtûkan û zanakirinê re, ev pirtûkxane di sala 2012’an hate vekirin.
Li Amûdê gelek nivîskar derketine, ji bo wê jî ev pirtûkxane ji destpêka vekirina navenda Hûrî ya çand û hunerê ve heye, lê di sala 2014’an de ji nû ve hate rêxistin kirin, di pirtûkxaneyê de pêtir bi awayekî sîstematîk û rêxistinkî niha 7 hezar pirtûk ji hemû beşên wekî zanist, felsefe, aborî, jin, civak, dîrok, erdîngarî, şano, helebst û bawerî, her wiha beşeke taybet ji bo zimanan jî heye ku zimanên Kurdî, Erbeî, Sûriyan, Tirkî û Ingilîzî jî himbêz dike.