Qers: Gola Çildirê ya cemidî bi "Festivala Qeşayê Ya Krîstala Zêrîn" şên bû
Sibat 13, 2022 11:22 Asia/Tehran
"Festivala Qeşayê Ya Krîstala Zêrîn" a ji bo danasîna Erdexanê û Gola Çildirê îsal cara 7an tê lidarxistin rengîn derbas bû.
Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Xêncî turîstên xwecî û biyanî gelê herêmê jî beşdarî festivala li ser gola cemidî hat lidarxistin bû.
Di festivalê da organîzasyonên xizanga hespan, hespê rehwan, tîrkevaniyê hespan, cirît, patena qeşayê û xweşiqitandinê hatin kirin û beşdaran bi kêfxweşî dema xwe derbas kir.