Sibat 11, 2022 09:53 Asia/Tehran
  •  Kûpaya Tirkiyeyê: Tîmên derbasî çarîk fînalê bûn diyar bûn

Di Kûpaya Tirkiyeyê de pêşbirkên Dora 16’an hatin lîstin û 8 tîmên ku derbasî çarîk fînalê bûn diyar bûn. Di vê dorê de pêşbirka balkêş têkçûna Fenerbahçeyê bû.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Di van sê rojan de pêşbirkên Dora 16’an ên Kûpaya Tirkiyeyê hatin lîstin. Pêşbirka dawî duh êvarê di navbera Beşîktaş û Goztepeyê de bû. Beşîktaş bi penaltiyan bi ser ket.

Di vê dorê de Gazîantepê Kasimpayaşê bi 2-1, Karagumrikê Konya bi 5-4, Kayseriyê Fenerbahçe bi 1-0, Sîvasê Bandirma bi 4-2, Antalyayê Hatay bi 2-0, Trabzonê Denîzlî bi 2-1 têk bir. Û pêşbirkên dawî duh bûn. Alanya û Adana Demirspor bi hev re lîstin. Pêşbirk bi 1-1 bi dawî bû, di deqîqeyên zêdek de jî encam neguherî û di penaltiyan de Alanya bi 4-2 bi ser ket.

Pêşbirka din di navbera Beşîktaş û Goztepeyê de bû, ev pêşbirk jî bi penaltiyan bi dawî bû. Pêşbirk 0-0 bi dawî bûbû. Beşîktaş bi penaltiyan bi 3-1 bi ser ket û ew jî derbasî çarîk fînalê bû.

Ji bo çarîk fînalê roja 11’ê mehê dê pişke bê kişandin. Gazîantep, Karagumruk, Kayseri, Sivas, Antalya, Trabzon, Alanya, Beşîktaş di çarîk fînalê de wê bikin ku derbasî nîv fînalê bibin.

Serepeyv