Têkçûna lêktêgeheştina Îslamabadê bi kiryarên bi dijminatî yên Amerîkayê
Hevgavê şeva çaran a êrişên destdirêjkerane yên Amerîkayê, rêxistina terorîst a Sêntkamê destpêbûna dorpêça deryayî ragihand; Wezareta xizîneya hikûmeta Trump jî boykotên nû sepandin.
Fermandariya Navendî ya hêzên terorîst ên Amerîkayê, nasyar bi CENTCOM`ê, ragihand ku van hêzane dewreyeke din a êrîşan dijî Îranê dane destpêkirin.
Hevdemê êrîşên ser axa Îranê, rêxistina terorîst CENTCOM`ê bi fermana serokomarê şerxwaz ê Amerîkayê, Donald Trump, dorpêçkirineke deryayî ya nû li ser Tehranê destpê kir.
Bi ragihandina fermî ya Amerîkayê ku ew ê dorpêça deryayî ya benderên Îranê ji nû ve bidin destpêkirin, hemî bendên sereke yên xalên girîng ên lêktêgihîştina vê dawîyê, di piratîkê de hatin binpêkirin. Di gaveke din a dijminane de, Amerîkayê, hevgavê dewreyeke nû ya şerxwaziyê û ji nû ve destpêkirina dorpêça deryayî ya Îranê, bi hinceta têkiliyên bi Tehranê re, boykotên nû li ser zêdetirî 50 kes, sazî û keştiyan sepand.
Ev boykot di demekê de hatin sepandin ku li gorî naveroka lêktêgeheştinama Îslamabadê, Amerîkayê soz dabû ku boykotên nû li ser Îranê nesepîne û hêdî hêdî boykotên berê rake. Cîgirê beşa Hiqûqî û Karûbarên Navneteweyî yê Wezareta Derve ya Îranê jî got: Amerîkayê bi kiryarên xwe yên vê dawiyê hemû soz û erkên xwe yên di bin vê Têgihîştinê de binpê kiriye. Bi ragihandina ku ji aliyê Amerîkayê ve derbarê bidawîbûna dorpêça deryayî ya Îranê hatiye raberkirin, di rastiyê de ev welata hemû sozên xwe yên di bin Têgihîştinameya Îslamabadê de terikandiye û di piratîkê de vê têgihîştinê hilweşandiye.
Xerîbabadî got: Ger Amerîka difikire ku bi zêdekirina zext û tedbîrên leşkerî yên li dijî Îranê dikare Komara Îslamî neçar bike ku daxwaza muzakireyê bike, ew pir xelet e. Wî zêde kir: Xala duyemîn ev e ku ger Amerîka difikire ku bi van tedbîran, Îran dê di helwestên xwe yên derbarê Tengava Hormuzê de paşve gav bavêje an jî sînordarkirinên hatine danîn kêm bike, ev raman jî xelet e.
Sefîrê Îranê li Neteweyên Yekbûyî di nameyekê de ji Sekreterê Giştî û Serokê Konseya Ewlehiyê re jî nivîsandiye: Ji destpêkê ve û yekser piştî îmzekirina lêktêgihîştinê, Amerîkayê ne tenê erkên xwe bi cih neaniye, belke di heman demê de bi awayekî çalak û sîstematîk prensîb û stûnên wê yên bingehîn jî têk biriye.
آخرین متن ویرایش شده : VC- SENTKOM فروپاشی تفاهم اسلام آباد با اقدامات خصمانه آمریکا