Cotmeh 29, 2025 19:14 Asia/Tehran

Piştî êrişên Rejîma Siyonîst ji bejahî, hewayî û deryayî ser Xezzeyê 42 filistînî şehîd bûn û zêdetirî 60 kes birîndar bûn.

Piştî ku Serokwezîrê Rejîma Siyonîst bi hincetên cûrbecûr fermana êrişa ser Xezzeyê da,vê rejîmê duh êvarê êrişên xwe ser Xezzeyê dubare dest pê kir, û êrişên hewayî yên vê rejîmê ser rojavayê bajarê Xezzeyê û rojhilatê Deyr Beleh li navenda Xezzeyê  bi topan pêk hat. Medyaya Filistînê her wiha ragihand ku balafirên şer ên rejîma Siyonîst êrişa mûşekî kirin ser dora Nexweşxaneya Şîfa û her wiha taxa Zeytûn li rojhilatê bajarê Xezzeyê bombebaran kirin.Gerra nû ya êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê û binpêkirina agirbesê duh êvarê dest pê kir û  medyaya rejîma Siyonîst, di bersiva şermezarkirina van êrişan û binpêkirina agirbesê ragihand ku  Netanyahu Serokwezîrê  Rejîma Siyonîst amerîkî ji êrişên xwe ser Xezzeyê agahdar kiriye.

Piştî  belavkirina  hin raporên li ser  gullevaêtina  ber bi leşkerên siyonîst  li Refehê û kuştina yek ji wan, Hemasê  bi redkirina êrişa ser leşkerên siyonîst ragihand ku rejîma dagirker  li ber Xaça Sor û tîmên berxwedanê bigire ku bikevin rojhilatê Xezzeyê da ku li cenazeyên girtiyên siyonîst bigerin.

Hemasê tekez kir ku rejîma siyonîst  bi hincetên çêkirî hewl dide rê li ber destdirêjiyên nû ser gelê Filistînê veke, karê ku wekî  binpêkirina eşkere ya peymana agirbesê ye.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji destpêka gera nû ya êrişên artêşa  terorê ser Xezzeyê ji bejahî, hewayî û deryayî ve, ku li ser fermana Netanyahu pêk hat, 100 Filistînî, i wan 24 zarok, şehîd bûne û zêdetirî 60 kesên din jî birîndar bûne.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmetê li Xezzeyê jî di daxuyaniyekê de ragihand: Rejîma siyonîst  ji dema ku peymana agirbesê pêk hatiye zêdetirî 125 caran ev agirbes binpê kiriye. Di vê daxûyaniyê de hatiye ku rejîma dagirker  eşkere û sîstematîk peymana agirbesê binpê dike kiryarek ku binpêkirina tam a hemî  prensîb û peymanên navneteweyî  tê hesabê.

Serepeyv