Cotmeh 25, 2025 17:22 Asia/Tehran

Serokê Ajansa Alîkarîgîhandin u Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) got ku şerê Xezzeyê xemsarîya tam a himber qanûnên navdewletî nîşan da.

Fîlîp Lazarînî di peyamekê da bal kişand ser berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê u got: NY 80 sal e ku ji bo pêkannîa aştîyê, sekinîna himber birsîbûn u hejarîyê, pêşdebirina mafên merivantîyê û xurtkirina cîhanê ser bingeha qanûnê ya ji dêstî hatîye kirîye û pabendbûna dubare bi van isûlana ji her dmeke din zêdetir têkildarî karesata li Xezzeyê girîng e, cîyê ku me dît Rejîma Sîyonîst himber qanûnên merivdostîyê yên navdewletî tam xemsar e. 

Mihemed Ebû Efeş Rêvebirê Rêxistina Alîkarîya Pizişkî ya Xezzeyê jî pêgirî kir ku tevî bicihannîa agirbesê, raberkirina xizmet u imkanên pizişkî li Zîvala Xezzeyê hela jî bi pirsgirêkê ra rûbirû ye û imkan gellekî kêm in û niştecîyên Xezzeyê pêwîstîyeke giran bi danîna cîyên dermankirinê yên demkî u nexweşxaneyan hene.

Berî vîya Ednan Ebû hesene Berdevkê UNRWAyê amajeyî rewşa qeyranî ya bakura Zîvala Xezzeyê û rêgirîya Rejîma Sîyonîst ber vekirina derbasgehên vê herêmê kiribû û ragihandibû: Bêyî vekirina derbasgehên Îrîz û Zîkîmê derbaskirina alîkarîyan u hawargiheştin bo nêzî milyonek filistînîyên Zîvala Xezzeyê nepêkan e. 

Êdward Bîgbeder Rêvebirê Çiqa Rojhilata Navîn a UNICEFê jî bal kişand ser wêrankarîyên li Zîvala Xezzeyê u derheq xetera jidestçûna tam a nivşekê li Zîvala Xezzeyê u hilweşîna sîstema perwerdê li vê zîvalê hişyarî da û got: Şerê Qirrkirinê yê Rejîma Sîyonîst a dagirker li Zîvala Xezzeyê, bûye sedema bêparbûna nêzî 650 hezar xwendekarî û zêde ji 19 hezar xwendekar û 900 wanebêj û personelên perwerdê jî an hatine şehîdkirin, birîndarkirin u yan jî bêseruşûnkirin. 

Serepeyv