Destpêkirina derbaskirina alîkariyên mirovî nav Xezzeyê ji derbasgeha Refehê ve
Vê sibê derbaskirina kamyonên hilgirê alîkariyên xwarek û mirovî ji derbasgeha Refehê ber bi derbasgeha Kerem Ebû Salim û Ewce û ji wir ber bi zîvala Xezzeyê ve destpê kiriye.
400 kamyonên hilgirê alîkariyên mirovî vê sibê ji derbasgeha Refehê ber bi derbasgehên Kerem Ebû Salim û Ewce ve bona ketina nav Xezzeyê derbasî vê navçeyê bûn. JI Adara borî ve heta niha yekem car e ku deriyê Ewce ji bo şandina alîkariyê ji xelkê Xezzeyê re dihat bikaranîn û tê gotin ku sedema vê kiryarê hejmara zêde ya kamyonên ku biryar e werin şandin bo zîvala Xezzeyê ye. Her wiha hemû alî di halê hevkarî û hemahengiyê ne da ku derbasgeha Refehê roja Sêşema bê ji rexê deverên dagirkirî were vekirin û birîndar, nexweş, welatiyên filistînî û biyanî û her wiha kesên ku duwelatî ne bikaribin hatin û çûyînê bikin. Rejîma Siyonîst di 7`ê Cotmeha 2023`an de şerê li dijî Zîvala Xezzeyê bi du armancan yanê jiholêrakirina tevgera Hemasê û vegerandina girtiyên siyonîst ji vê herêmê destpê kir lê negihêşt armancên xwe û neçar ma ku bi tevgera Hemasê re ji bo pevguhertina girtiyan lihevkirinê bike. Roja Pêncşemiya hefteya borî, tevgera Hemasê bi fermî gihîştina lihevkirinekê ji bo bidawîanîna şerê li Zîvala Xezzeyê û pevguhertina girtiyan ragihand. Artêşa Rejîma Siyonîst jî roja Înê piştî nîvro bi fermî derbarê pêkanîna agirbesê li Zîvala Xezzeyê agahî da û ragihand: Li gorî lihevkirinê, hêzên Siyonîst dê li hin deverên Zîvala Xezzeyê bi cih bibin û hatin û çûyîn ji başûr ber bi bakurê Zîvala Xezzeyê ve ji rêya Kolana Reşîd û rêya Selahedîn ve dê cih were.