Cotmeh 10, 2025 17:50 Asia/Tehran

Medya nûçeyan ragihandin ku bi dû pêkhatina agirbesê li zîvala Xezzeyê, awareyên filistînî bi rêya Kolana Reşîd dest bi vegera xwe bo malên xwe li bajarê Xezzeyê kirine.

Medyayên herêmê yên filistînî roja Înê ragihandin ku bi pêkanîna agirbesê li zîvala Xezzeyê, awareyên filistînî bi rêya Kolana Reşîd dest bi vegera xwe bo bajarê Xezzeyê kirine.

Welatiyên filistînî yên ku ji ber êrişên giran ên rejîma siyonîst bo deverên başûrê  Xezzeyê hatibûn veguhastin, dest bi vegera bo malên xwe li bajarê Xezzeyê û herêmên bakurî kirine. Çavkaniyên meydanî jî ragihandin ku kesên awarebûyî li nav kemp û sitargehên demkî li deverên başûr ber bi bakur ve diçin. Rejîma Siyonîst  jî piştî  cihhatina peymana agirbesê  li zîvala Xezzeyê derbarê destpêkirina vekişîna leşkerên xwe ji vê zîvalê agahî da û li gorî wêne û vîdyoyên hatine weşandin. Rejîma Siyonîst îro, Înê, di halê derxistina beşek ji hêz û alavên xwe yên leşkerî ji zîvala Xezzeyê ye. Komên berxwedana Filistînî agirbesa Xezzeyê wekî serketinek din ji bo gelê Filistînê dan zanîn û tekez kirin ku lawaziya Rejîma Siyonîst ji bo pêşvebirina armancên xwe li Xezzeyê wekî işkesta vê rejîmê ye.Welat û rêxistinên berevanê mafên Filistînê jî bi ragehandina rezamendiya xwe ji agirbesa Xezzeyê, tekez kirin ku divê sebebkarên jînosayda gelê Filistînê li Xezzeyê di dadgehên navneteweyî de werin darizandin û divê pêvajoya ji nû ve avakirina Xezzeyê jî were lezgînkirin Kirîk Muxîbêr  rêvebirê berê yê nivîsgeha Mafên Mirovan a NY li Newyorkê, welatên Rojavayî, bi taybetî Amerîka,Îngilîst û Almanya, wekî hevkarên rejîma Siyonîst di jînosayda gelê Filistînê da zanîn û got: Ev welat bi şandina çekan, alîkariyên darayî û propagandaya vegotina fermî ya rejîma Siyonîst ji trîbûnên xwe bi awayekî pratîkî  şirîkê van cinayetan in.

Serepeyv