Cotmeh 03, 2025 16:59 Asia/Tehran

Nivîsgeha Hewahengkirina Karûbarên Mirovî ya NY (OCHA) li Erdên Filistînê (OCHA) di daxuyaniyekê de derbarê alozbûna rewşa mirovî li zîvala Xezzeyê hişyarî da.

OCHAyê di daxûyanîyekê da ragehand ku xelkê bajarê Xezzeyê bona bidestxistina pêdiviyên bingehîn rastî gelek zehmetiyan tên. (OCHA) her wiha  derbarê zêdebûna hejmara saziyên alîkariyê ku neçar mane çalakiyên xwe li Xezzeyê rawestînin agahî da. Vê rêxistinê ragihand ku danên xwarinê li bakurê Xezzeyê sedî 70 kêm bûye. Vê saziya NY di dewamê de bal kişand  ser  astengiyên li pêşiya raberkirina alîkariyan li Xezzeyê û tekez kir ku ev rêxistin û hevkarên wê di vî warî de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne. OCHAyê her wiha got ku Rejîma Siyonîst her roj li Xezzeyê 100 filistîniyan dikuje û tenê sedî 9ê pêdiviyên xelkê wê derbasî zîvala  Xezzeyê dibin.Rapora Rêxistina Cîhanî ya Tendrustiyê jî balê dikişîne ser belavbûna birînên giran li rû û çavan, bi taybet di nav nexweşên ku ji bo dermankirinê divê herin derveyî Xezzeyê de ku gelek caran dibe sedema seqetbûna wan.Tedros Adhanom, Serêveberê Rêxistina  Cîhanî ya Tendrustiyê, got ku şer û pevçûn bûne sedema têkçûna sîstema tenduristiyê û êşeke mezin xistiye canê filistîniyan.

Di heman demê de, Antonî Bilanjê, Sersekreterê Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan, gotiye ku Xezze bûye cihê herî xeternak ji bo rojnamevanan û kuştina rojnamevanan li vê herêmê, hema kuştina rasitiyê ye. Di vê heyamê de, 223 rojnamevanên filistînî ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst ve hatin şehîdkirin.

Serepeyv