Cotmeh 02, 2025 14:47 Asia/Tehran
  • Xwepêşandanên cîhanî dijî êrişa Rejîma Siyonîst ser karwanê gemîyên Sumûdê

Êrişa Hêza Deryayî ya Rejîma Siyonîst ser zêdetirî çil gemiyên karwanê gemîyên cîhanî yê Sumûdê ku hewl didan dorpêça ser zîvala Xezzeyê rakin, rastî pêleke şermezarkirina cîhanî hat.

Hêza Deryayî ya Rejîma Siyonîst şeva derbasbûyî êrişa rasterast ser gemiyên karwanê cîhanî yê Sumûd destpê kir û bi sedan çalakvanên hevgirtina bi gelê Filistînê re girtin. Piştî vê êrişê, gelek xwepêşandan li  bajarên cîhanê jibo şermezarkirina kiryara Rejîma Siyonîst û bona hevgirtinê bi karwanê cîhanî yê gemîyan ê Sumûdê re hatin lidarxistin. Çalakvanên Îtalyayê jibo şermezarkirina vê êrişê xwepêşandanek li dar xistin û hikûmeta Îtalyayê bi hevkariya bi Rejîma Siyonîst re tawanbar kirin. Bi hezaran welatiyên fransî jî ji bo protestokirina kiryara cinayetkarane ya Rejîma dagirkerê Qudsê xwepêşandan li dar xistin. Xelkê Morîtaniyê jî li ber balyozxaneya Amerîkayê li Nowakşotê xwepêşandan li dar xistin.

Her wiha pêla xwepêşandanan li Bruksêl, Barsêlona, ​​​​Stenbol, ​​Parîs, Berlîn, Atên, Kualalumpur, Tunis û gelek welatên din belav bû.Gustavo Petro Serokkomarê Kolombiyayê jî wek berteka li himber cinayetên Rejîma Siyonîst fermana derxistina endamên mayî yên şanda dîplomatîk a vê rejîmê li welatê xwe da.Îsmaîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî êrişa dubare ya Rejîma Siyonîst ser karwanê deryayî ya Sûmûdê û girtina çalakvanên sivîl û alîgirên gelê Filistînê bi tundî şermezar kiriye û daxwaza  pêngava bilez ya cvaka cîhanî li himberî  binpêkirina qanûnê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve kir. Her wiha  Françêska  Albanîz, Raportora Taybet a Karûbarên  Mafên Mirovan a NY li Filistînê jî got ku ev êriş hitbara NY ji ber lawaziya li warê rawestandina  jînosaydê dixe ber pirsê û dagirkeriya neqanûnî, jînosayd û apartayd, gefê li aştiya li gişt navçeyê dixwe.Tevgerên Hamasê û Cîhada Îslamî jî ev êriş şermezar kirin û ev wekî cinayet dan zanîn.

Serepeyv