Îlon 24, 2025 17:30 Asia/Tehran

Civîna 80yan a Civata Giştî ya NY şeva buurî bi axavtina Antonîyo Gotereş Sersekreterê vê rêxistinê û beşdarîya rêberên zêde ji 150 welatên cîhanê dest pê bû.

Meseleya Filistînê û cinayetên Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê, mijara serke ya civîna Civata Giştî ya NY bûn, Antonîyo Gotereş Sersekreterê NY amajeyî rewşa qeyranî ya Zîvala Xezzeyê kir u xwest ku rêzikname u pêngavên Dîwana Navdewletî ya Dadwerîyê di dosîyeek ser navê sepandina konvansîyona qedexeyê u cezakirina sebebkarên cinayeta jînosayda li Zîvala Xezzeyê demlidest û tam werin bicihanîn. 

Sîrîl Ramafosa Serokomarê afrîqaya Başûr jî ji ber xemsarîya Rejîma Sîyonîst a hibmer qanûnên avdewletî û hikma Dadgeha navdewletî ya Cezayê rexne kir u xwest ku civaka cîhanî himber jînosayda ku Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê pêk tîne, pêngavê rake.

Gabrîyel Borîk Serokomarê Şîlîyê jî xwest ku bi tawana jînosayda li Zîvala Xezzeyê dîwana Netanyahu bikin û rewşa li Zîvala Xezzeyê qeyrana merivantîyê bi nav kir.

Ebdulletîf Reşîd Serokomarê Iraqê jî got ku cinayetên himber gelê Filistînê tên kirin, xaleke reş li enîya civaka merivantîyê dixin. Wî pêgirî kir ku avakirina welatê serbixwe yê Filistînê, tenha rêya pêkanîna ewlehî û istiqrarê li navçê û cîhanê ye. 

Serokwezîrê Merakişê Ezîz Axanoş û Gostav Pedro Serkomarê Kolombîyayê û rayedarên din ên beşdar di vê civînê da jî xwestin ku agirbesa lezgîn li Zîvala Xezzeyê were pêkanîn û muzakire carek din bên destpêkirin. 

Serepeyv