Îlon 03, 2025 18:14 Asia/Tehran

Serêvebirê wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand 40 hezar zarok di vê navçeyê de tûşî bedxwerina giran in.

Monîr Borş, Serêvebirê wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand: Nika ji ber bedxwerin û kêmbûna dermanan, hezar zarok li Xezzê li ber nivîşkanbûnê ne. UNRWA`yê jî di raporekî de ragihand ku zêde ji sedî 83`ê kesên nivîşkan li Xezzê amûrên xwe yên alîkar ji dest dane. Kesên kêmendam di jiyana rojane û bi destxistina xizmetên bingehîn de bi dijwarîyên mezin re rû bi rû dimînin û ew ji her tiştî wek xwarin, amûrên alîkar û lênêrîna tenduristiyê bêpar in. UNRWA`yê ragihand ku bi hezaran kamyonên ku xwarin û derman hildigirin niha li Urdun û Misrê amade ne ku bi rê bikevin û em hêvî dikin ku destûrnameyên derbasbûna wan di zûtirîn dem de werin dayîn. UNRWA`yê her wiha bal kişand ser rewşa dilnîgerankir a niştecihên Xezzeyê û tekez kir: Vekirina hemî deriyên sînorî û misogerkirina gihîştina domdar a alîkariyên mirovî tekane rêya têkoşîna li dijî belavbûna birçîbûnê ye. Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Rûsyê, Sêrgêy Lavrov, ragihand ku welatê wî ji ber siyasetên nemirovane yên Rejîma Siyonîst ên sînordarkirina alîkariya mirovî bo Xezzeyê û dorpêçkirina bi tevahî ya herêmê pir aciz e. Usame Şahîn, endamê Meclisa Umet a Kuweytê jî got: Qusûriya civaka navneteweyî bona girtina pêşiya jînûsayda li Zîvala Xezzê nayê înkarkirin û hin helwestên fermî yên li ser rewşa herêmê di asta komplo û xiyanetê de ne. Şahîn tekez kir ku şerê jînûsaydê li Xezzê mînakek objektîf û pratîkî ya her cûre cinayetên şer, jînûsayd û cinayetên dijî mirovantiyê ye.

Serepeyv