Armancên Konseya Hikimdaran bona pejirandina biryarnameya dijî Îranê çî ye?
Konseya Hikimdaran a Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, biryarnameya xwe ya dijî Îranê bi 19 dengên erê pejirand.
Ev biryarname ji aliyê sê welatên Ewropî, Brîtanya, Fransa û Almanyayê ve bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hate pêşniyarkirin. Sê welatan li dijî wê derketin, 11 welat bêalî man û du welatan, Venezuela û Paraguye, mafê dengdanê tunebûn. Ji ber vê yekê, dikare were gotin ku biryarname bi piraniyek xurt nehat pejirandin, mijarek ku nûnerê Rûsyayê jî behsa wê kir. Bo cara yekem di nêzîkî 20 salan de, Konseya Hikimdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê biryarnameyek pejirand ku li ser pabendnebûna Îranê bi erkên xwe yên parastinên navokî, pêgîriyê dike. Ji ber vê yekê, pirsek derdikeve holê: Armancên Konseyê ji pejirandina vê biryarnameyê çi ne?
Wisa xuya dike ku armanca herî girîng a pejirandina biryarnameya dijî Îranê di Konseya Hikimdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de ew e ku zextê li Îranê bike da ku ji mafê xwe yê zengînkirina atomî paşve bikişe. Armanceke din a girîng ew e ku eger Îran li ser mafê xwe yê zengînkirina Ûraniyûmê pêkutiyê bike, pêkanîna mekanîzma tetikê hêsantir bibe. Armanceke din a girîng a vê biryarnameyê ew e ku berjewendiyên Rejîma Siyonîst dabîn bike. Rejîma Siyonîst vê dawiyê rastî şikesteke mezin a îstîxbaratê ve hat. Wezareta Îtilaatê ya Îranê karî hejmareke zav ji belge û agahiyên stratejîk û girîng ên Rejîma Siyonîst bi dest bixe. Yek ji xalên girîng ên di van belgeyan de, hevdengiya Rafaêl Girûsi, serêveberê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, bi Rejîma Siyonîst re li dijî Komara Îslamî ya Îranê ye.