Êrişa terorîstî ser geştyaran li Kişmîra Hindê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i354367-Êrişa_terorîstî_ser_geştyaran_li_kişmîra_hindê
Li navçeya Baysarin Pehilgam ku ketîye başûra Kişmîrê êrişeke herî giran a salên vê dawîyê pêk hat ku di encamê da herkîm 27 geştyarên hindî canê xwe ji dest dan û çend kes jî birîndar bûn. Wezîrê Karên Hundur ê Hindê ji bo hilkolandina rewşê çûye Serîngerê ûbi rayedarên vê eyaletê ra civîyaye.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 23, 2025 14:36 Asia/Tehran

Li navçeya Baysarin Pehilgam ku ketîye başûra Kişmîrê êrişeke herî giran a salên vê dawîyê pêk hat ku di encamê da herkîm 27 geştyarên hindî canê xwe ji dest dan û çend kes jî birîndar bûn. Wezîrê Karên Hundur ê Hindê ji bo hilkolandina rewşê çûye Serîngerê ûbi rayedarên vê eyaletê ra civîyaye.

Serokwezîrê Hindê ev êrişa terorîstî şermezar kirîye û ji Wezîrê Karên Hundur xwestîye ku pêngavên lezgîn û teqil ji bo bersivdana hibmer vê cinayetê rake.

Li daristanên derdora cîyê bûyerê tivdîrên emnî hatine tundkirin û rayedarên pillebilind ên emnî jî li cîyê bûyerê ne.

Ev êrişa bûye sedema pêleke şermezarkirinê li nav û derveyê vê navçeyê û zîyaneke giran gîhandîye pîşeya geştyarîyê ya Kişmîrê, pîşeya ku piştî çend salan hatibû vejîyandin.

Vê bûyerê careka din bal kişand ser meseleya ewlehî, hevdilî û siberoja pîşeya geştyarîyê ya Kişmîra di bin kontrola Hindê da.