Dewama cinayetên dagirkeran li zîvala Xezzeyê
Di encama êrişên balafirên şer ên Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbecur ên Xezeyê de herî kêm 12 filistînî jiyana xwe ji dest dan ku 10 ji wan endamên malbatekê bûn.
Balafirên şer ên Rejîma Siyonîst malek li Xan Yûnisê dan ber êrişan ku di encamê de deh endamên vê malbatê şehîd bûn.Li Dêr el-Belahê kombûna filistîniyan ket ber êrişan û di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên borî de herî kêm 40 kes şehîd û birîndar bûne û bi vê yekê hejmara şehîdan ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve giheşte 51 hezar kesî.
Destdirêjiya bejayî ya Rejîma Siyonîst ser başûrê Lubnanê jî berdewam e û hejmarek ji hêzên peya yên Rêjîma Siyonîst ketine navça El-Wezanî li başûrê Lubnanê.Her wiha dagirkeran bajaroka Eyta El-Şeib jî dan ber topan.
Rejîma Siyonîst bi paûguhkirina peymana agirbesê û binpêkirina erkên xwe, her roj navçeyên başûrê Lubnanê bi êrişên xwe yên hovane dike armanc.Agirê şer li Xezze û Lubnanê gurtir bûye, Amerîka jî bi êrişên xwe ser Yemenê hin zirar pêk anîne . Balafirên şer ên Amerîkayê îro 10 deverên curbicur li Senayê dan ber êrişan.Eva li halekê ye ku şeva buhurî Rêberê Ensarullaha Yemenê di axiftinekê de tekezî li ser wê yekê kiribû ku dê amerîkî nikaribin hêza me ya leşkerî lawaz bikin.