Nîsan 10, 2025 15:10 Asia/Tehran

Hevdem digel rêzgirtina li roja şehîdan, duh welatiyên Tûnisê li ser vexwendina Rêxistina Netewî ya Hiqûqnasên Tûnisê, bi beşdariya Koma Mîmaran, Yekîtiya Mafên Mirovan a Tûnisê û çend aliyên siyasî yên bi hizrên cuda, li navenda paytexta vî welatî xwenîşandanek ji bo piştgiriya ji berxwedana Filistînê û hevgirtina bi Xezzeyê re li dar xistin.

Tûnisî careke din ji bo piştgiriya ji Xezzeyê rabûn ser piyan û hevdem digel Roja Şehîdan li Tûnisê, bi beşdariya rêxistin û partiyên vî welatî, bersiv dan banga Baroya Parêzeran a Tûnisê ya ji bo birêxistina meşeke ji bo piştgiriya ji berxwedana Xezzeyê.

Hatem El-Maziu Serokê Yekitiya Baroyên Parêzerên Tûnisê

Beriya demekê me li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dozek dijî sûcdarên cengê yên siyonîst bi serokatiya Netanyahu û Wezîrê Cengê yê Rejîma Sîyonîst vekir. Em ê têkoşîna ji bo mehkemekirina wan li welatên xwedî hêjatîya navdewletî û cîhanî wekî Fransa, Îspanya, Belçîka û welatên din bidomînin.

Ev xwenîşander ser vê bawerê ne ku ji bo pêkanîna erka xwe daketine kolanan, ji bo zordayîna ser rejîma Qêys Seîd ji bo ku asayîkirina peywendîyan tev Rejîma Sîyonîst wek sûc bê zanîn û balyozxana Amerîkayê jî were daxistin.

Imad Xemîrî Berdevkê Tevgera Nehze

Em ji hemî gelê Tûnisê dixwazin ku piştgirî, xwenîşandan û zexta ser alîyên ereb û navçeyî û navdewletî ji bo kutakirina şerê Xezzeyê û rawestandina zûtirkê ya wî, bidomînin.

Xwenîşander ji gelên ereb dixwazin ku vê rastîyê bizanibin ku ti rêçareyek bnilî jinavbirina rejîmên paşvero, Rejîma Sîyonîst û Amerîkaya emperyalîst tineye. 

Serepeyv