Lixwemukirhatina Şabak bi işkest û lawaziya li himber Hemasê
Kanala 12 ya televîzyona Rejîma Siyonîst di raporekê de ragihand ku Ronîn Bar, Serokê Rêxistina Ewlehiya Navxweyî ya Rejîam Siyonîst (Şabak) derbarê işkesta saziyên ewlehiyê yên vê rejîmê di êrişa 7ê Cotmehê de li xwe mukir hatiye.
Serokê Şabakê jibo pînekirina têkçûna ewlehiyê ya vê rêxistinê wihagot:
- Azadiya tevgerê ya Şabakê di pêkanîna operasyona terorkirina fermandeyên payebilind (şehîdkirina fermandeyên pilebilind ên berxwedanê) sînordar û bi şert bûye.
Hertzî Halwêy Serokê îstifakirî yê erkantiya giştî ya Artêşa Rejîam Siyonîst jî di axaftina xwe de işkesta xwe qebûl kir û got ku Îsraîlê di 7ê cotmehê de şaşitî kir û ew berpirsiyariya vê işkestê digire ser xwe.
- Ez berpirsyariya işkesta artêşa Îsraîlê di 7ê Cotmehê de digrim ser milê xwe û wateya wê baş fêm dikim.
Hevgav artêşa Rejîma Siyonîst şeva pêncşemê di lêkolîna xwe ya derbarê operasyona 7ê Cotmehê de li xwe mikur hat ku Zîvala Xezzeyê hema di sietên destpêkê yên şer de ket bin kontrola Hemasê.
Rejîma Siyonîst bi piştevaniya Amerîkayê ji 7`ê Cotmeha sala 2023`an heta 19`ê Çileya sala 2025`an li dijî xelkê Zîvala Xezzeyê dest bi şerekî wêranker kir.
Tevî hemû van cinayetan, Rejîma Siyonîst li xwe mukir hat ku piştî 470 roj şerê dijî Xelkê Xezzeyê negihîşt armancên xwe yanê jinavbirina tevgera Hemasê û vegerandina girtiyên siyonîst ji zîvala Xezzeyê.