Neyartîyên berfire himber plana Trump a koçberkirina gelê Xezzeyê didomin
Piştî nerazîbûnên berfireh li hember plana Trump a koçberkirina xelkê Xezzayê, ji bilî misilmanan, mesîhiyan jî ev plan protesto kirin û li ser dûhatên wê hişyarî dan.
Serokomarê Amerîkayê hefteya borî di hevdîtina bi Benyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst li Waşîngtonê, pêşniyara derxistina bi darê zorê ya filistîniyan ji Xezzeyê û veguhestina wan bo welatên din kir û herwiha ragihand ku Amerîka dê Zîvala Xezzeyê kontrol bike. Ev gotin ku polîtîkayên kolonyalîzmê bi bîr dixin û binpêkirina qanûnên navdewletî ne, bûn sedema pêleke bertekên navneteweyî. Bertekên hanê ji çend mêhweran pêk tên. Yek ji mêhweran ev bû ku ev plana, pirojeyek ji bo ramalîna nijadî ye, cineyetek ku di rêziknama Dîwana Navdewletî ya Cezayê da mînakeke cinayeta cengê tê hesêb.
Di vê barê de komên Filistînî bi daxuyaniyekê tekez kirin ku planên ku Donald Trump li ber çavan girtine, di rastiyê de ragihandina şerê aşkira û pirojeyek ji bo kokbirrkirina gelê Filistînê ji warê wan e. Sazî û dezgehên mafên merivan jî ev plana `` ramalîna nijadî zanîne û bi tundî jî şermezar kirine.
Mêhwereke din a neyartîya hibmerî vê plana Trump ev e ku ev plana berovajî sozên navdewletî yên di warê piştgirîya ji sivîlan da ye. lewma ne tenê ya pêkanînê nîne, belkî dibe sedema hilêxistina pirs û gumanan derbara mafên navdewletî da.
Yek ji bertekan jî ev e ku ku planeke wiha yê dûhatên metirsîdar li ser astên curbicur bi taybet li herêma rojavayê Asyayê bi xwe ra bîne û binpêkirina eşkere ya rûmeta mirovî ye. Di daxuyaniyekê de, Xiristiyan û serokên dêran li Qudsa dagirkirî xwestin ku himber vê plana koçberkirina komkî ya filistînîyên Xezzeyê bisekinin.