Sibat 11, 2025 17:44 Asia/Tehran

Piştî astengîderxistinên Rejîma Siyonîst li pêvajoya rêkeftina agirbesê û gotinên vê dawiyê yên serokwezîrê vê rejîmê û serokomarê Amerîkayê li bara Zîvala Xezzê, berdevkê hêzên Tabûrên Qesam, baskê leşkerî yê Hemasê, basa paşxistina bi hevreguhertina girtiyan bi Rejîma Siyonîstî kir.

Piştî ragihandina paşxistina serbestberdana girtiyan ji aliyê Hemasê ve, Donald Tiramp, serokomarê bihelahela yê Amerîkayê, hişyarî da ku eger heta nîvroya roja şemiyê hemû girtiyên Îsraîlî ji Xezzê neyên azadkirin, dê daxwaza agirbesê were betalkirin. Tiramp îdia kir ku ger rehîn neyên berdan dê deriyên dojehê vebin. Piştî van axiftinan, Ebdulletîf Qanû, berdevkê Hemasê ragihand ku bi zext û zorê, azadkirina girtiyên siyonîst ji Xezzê ne pêkan e û tekez kir, ku eger rejîma dagîrkir hemû xalên rêkeftina agirbesê di qonaxa yekem de bi temamî cîbicî bike, em jî amade ne ku ji nû ve pevguhertina girtiyan destpê bikin. Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hamas, di daxuyaniyekê de ragihand ku Vê tevgerê hemû sozên xwe bi baldarî û di dema xwe de cîbicî kirine, lê rejîma dagîrkir pabendî xalên rêkeftinê nebûye û çendîn caran ev  rêketin binpê kirine. Ev binpêkirin, derengmayîna vegera awareyan bo bakûrê Zîvala Xezzê, êrîş û gulebarankirina xelkê Filistînê ku bûye sedema şehîdbûna hejmarek ji wan li navçeyên curbicur, girtina pêşiya derbasbûna alavên ji bo bicihkirina xelkê yên wek xêwet û malên amade, dabînkirina ardûyê û pêkanîna amûr û alavên ji bo rakirina kawiliyan û derxistina meytan, herwiha astengîderxistina ji bo derbasbûna dermanan û amûrên ku ji bo ji nûve avakiirna nexweşxaneyan û pişka tendirustiyê pêwîst in, digirin ber xwe.

Hemasê tekez kiriye ku ew binpêkirinên hanê, bibelge kirine û bi berdewamî ji navbeynkaran re ragihandine, lê rêjîma dagîrkir binpêkirinên xwe berdewam dike. Beriya niha jî Hemasê tekez kiribû ku axiftinên pûç ên serokokamrê Amerîkayê, qonaxên bê yên agirbesê aloz kirine.

Serepeyv