Vegera şêniyên bakurê Xezzeyê plana dagirkerên siyonîst têk bir
Alîkarê Serokê Meclisa qanûndanînê ya Filistînê bal kişand ser vegerandina şêniyên bakurê Xezzeyê bo cihê jiyana xwe û tekez kir: Vê meselê plana siyonîstên dagirker têk bir.
Hesen Xerîşe, Alîkarê Serokê Meclisa qanûndanînê a Filistînê destnîşan kir: Vegeriyana xelkê bakurê Xezzeyê bo malên xwe, tevî hemû planên dagîrkeran ji bo koçberkirina wan, wek serketina îradeya gelê Filistînê û têkbirina hemû planên têkildarî derxistin an awarekirina xelkê wê ye . Wî her wiha got: Gelê me carek din selimand ku îmkana veguhestina Filistînê li gorî daxwazên dagirkeran tine û ev gel xwediyê mafeke dîrokî û rewa ye ku qet dê dev jê bernedin.
Alîkarê Serokê Meclisa Qanûndanînê ya Filistînê bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariya xwe li hemberî gelê Filistînê ku di bin siyaseta paqijkirina etnîkî û koçberkirina bi darê zorê de ye, bi cih bîne.
Berpirsê Komîteya Karûbarên Eşîretên Filistînê li zîvala Xezzeyê jî li dijî plana serokomarê Amerîkayê ya veguhestina xelkê Xezzeyê bo welatên din derket û tekez kir: Em rê nadin Nikbeta sala 1948 dubare bibe.
Akif El-Misrî Serokê Komîteya Karûbarên Eşîretên Filistînê li Zîvala Xezzeyê bertek nîşanî plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a veguhestina xelkê Xezeyê bo Misir û Urdinê da û ev yek weke beşek ji cinayetên cengê yên Amerîkayê li dijî gelê Filistînê bi nav kir û got: Ev daxwazî û planên hanê berdewamiya siyasetên kolonyalîstî bi armanca jinavbirina doza Filistînê û jinavbirina mafên rewa yên gelê me ye.
Temîm Xelef Wezîrê Derve yê Misrê jî tekez kir ku divê gelê Filistînê li ser axa xwe bimînin û divê em rêzê li mafê kivşkirina çarenivîsê bo wan bigrin .