Piştgiriya gelên Ingilisê ji Filistînê
Hevdem digel tepeserkirina xwenîşanderan li dijî siyasetên piştevaniya dewleta Ingilîsê ji Rejîma Siyonîst, alîgirên mafên filistîniyan li vî welatî tekez dikin ku bi destxistina mafên filistîniyan qada tekoşîna dijî Rejîma Siyonîst û piştgirên wê vala nahêle.
Bertekên li hember kiryarên serkutkir ên polîsê Îngilîsê dijî piştgirên Filistînê di halekî da didomin ku biryar e vê heftiyê hejmarek ji bi dehan xwenîşanderên nerazî li hember siyasetên piştgir ên hikûmeta Îngilîsê ji Rejîma Siyonîst, bi tawana têkdana serûberiya giştî, werin mihakimekirin û cezakirin.
Kirîstofêr Naynên, rêveberê cîbicîkar ê Hevalbendiya Dije Şerr a li Îngilîstanê, ku mezintirîn rêxistina dijî şer li Ewrûpayê ye, di nav wan kesan de ye ku bi şideta polîsan ve hatine girtin.