Çile 31, 2025 17:26 Asia/Tehran

Tevgera Îslamî ya Hemasê şehadeta Mihemed Zeyf fermandê giştî yê Şehîd Îzzeddîn El-Qessam baskê leşkerî yê vê tevgerê piştrast kiriye û gotiye ku vî têkoşerî piştî temenekî hewildan û têkoşan û berxwedana jibo Rizgariya Filistînê di dawiyê de pileya bilind a şehadetê bi des xist.

Di daxuyaniya Tevgera Hemasê de hatiye ku  ezmûnan nîşan daye ku şehadeta  fermandeyên tevgerên berxwedanê ne tenê  nebûey sedema jinavçûn û işkesta wê belku di lehengên nû li qada rûmet û fedakariyê di  şerê Bahoza El-Eqsayê de derketine holê û rêya berxwedanê berdewam kirine.Kanala 12 ya  Rejîam Siyonîstî jî ragihand ku armancên şerê  Îsraîlê  di jinavbirina şiyanên leşkerî yên Hemasê bi ti awayî pêk nehatine. Hevgav   tevgera Hemasê  ragehan ku pêşwaziya berfireh ya ji girtiyên azadkirî  vê peyamê dide dagirkeran ku  girtî xeta sor a berxwedanê ne.

 Hazim Qasim  Berdevkê Hamasê jî got: Me hêzên dagirker neçar kirin ku xetên sor ên ku ji bo xwe kivş kiribûn  derbas bikin û girtiyên ku cezayê  hewsa hetahetayê li wan hatiye birîn serbest berdin.. Di eynî demê de binpêkirina  agirbesê li Xezze û Lubnanê ji aliyê rejîma dagirker ve berdewam dike. Bi curekê ku  dagirkeran di operasyona xwe ya li kampa Cenînê li bakurê Rexê  Rojava de, 2 sivîlên filistînî şehîd kirin. di berdewamiya  binpêkirina agirbesê li Libnanê û girtina pêşiya vegera welatiyên Libnanî bo malên xwe,  bajarokê El-Tebiye li başûrê Libnanê bi xwefiran dan ber êrişan.

Ji hêla din ve jî Antonyo Gotêrşê Sekreterê Giştî yê NY  bal kişandiye ser nebûna îmkanata  pizîşkî li Xezzeyê û daxwaza derxistina 2 hezar û 500 zarokên filistînî ji vê zîvalê kir da  ku bikaribin xizmeta pizîşkî werbigirin.

Serepeyv