Çile 28, 2025 18:45 Asia/Tehran

Hevgavê agirbesa li Zîvala Xezzê operasiyona ji bo peydakirina meytê şehîdan berdewam e.

Wezareta tendirustiya Filistînê ragihandiye ku di du rojên buhurî de 48 şehîdên filistînî radestî nexweşxaneyên Zîvala Xezzê hatine kirin. Hatiye gotin ku ji vê hejmarê 37 meyt di encama operasiyonên lêgerînê li navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê de hatine dîtin û 11 şehîd jî di cinayetên nû yên Rejîma Siyonîst de şehîd bûne. Li gorî ragihadina çavkaniyên filistînî di mideha van du rojan de 80 filistînî jî bi destê leşkerên dagirkir birîndar bûne. Di eynî demê de leşkerên Siyonîst ji bo roja heştan a bidûhev di çarçoveya êrişên xwe yên hovane ser kempa Cinînê, êrişên xwe heta Tûlkermê berfireh kirine û bi hezaran kesî aware kirine. Artêşa dagirkir herwiha  êrişên xwe yên hewayî ser van navçeyan zêde kirine.

Ji Libnanê jî rapor nîşan didin hejmara şehîd û birîndarên di encama êrişên leşkerên Siyonîst ser welatiyên libnanî li başûrê vî welatî de jorda çûye. Hatiye gotin di encama van êrişan de du libnanî şehîd bûne û 26 kesên din jî birîndar bûne.

Hevgavê van cinayetan û dirêjkirina dema agirbesê ji aliyê Libnanê ve li dû derneketina leşkerên Siyonîst ji vî welatî, Şêx Neîm Qasim, sersekreterê hizbullaha  Libnanê jî bertek nîşan daye û gotiye: Divê Rejîma Siyonîst piştî derbasbûna 60 rojan ji axa Libnanê derkeve û ev ti hegerekî ji bo dirêjkirina dema heta rojekî jî qebûl nakin. 

Serepeyv