Meşqa Îqtidarê ya Artêşa Îranê
Meşqa Îqtidarê ya 100 helîkopterên Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê îro li herêma rojavayê welêt hat lidarxistin.
Meşqa Îqtidarê ya 100 helîkopterên Hêza Bejayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û zêdekirina çend helîkopteran bo vê hêzê, hevgavê lidarxistina meşqa ewlehî, êrişkerane û gerok ên hêzên bejayî yên artêşa Îranê li devera giştî ya Neftşehrê hat lidarxistin.
Ev meşq bi temîrkirin û xweyîkirin û zêdekirina çend helîkopterên 205, 206, 209 û 214 ên Hêza Bejayî ya artêşa Îranê ji helîkopterên Baregeha Esmanî a li Kirmaşanê li rojavaya Îranê, ku ji ber hewcetiya bi berhemanîn û dabînkirina parçeyan ji xizmetê derketibûn, hat lidarxistin.
Li meşqa Îqtidarê ya 100 helîkopteran , Serleşker Kiyûmers Hêyderî, Fermandê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê û fermandên payebilind li rêza helîkopterê li mersima Sanê beşdar bûn.