Çile 17, 2025 18:08 Asia/Tehran

Kanaleke televizyonî ya îtalî beşek ji hewlên lobiya Rejîma Siyonîst li saziyên Yekîtiya Ewropayê ji bo dayîna agahî û raporên derew eşkere kir.

Li yek ji beşên destpêkê yên bernameya rojnamevaniya lêkolînî ya ku roja Yekşemî 12`ê Çillê ji aliyê radyo û televizyona hikûmî ya Îtalyayê ve hat weşandin, asta bilind a çalakiyên lobiyê yên komên siyonîst li nav saziyên Ewropî di mideha du deh salên buhurî de hat eşkerekirin.

Di yek ji van raporan de hat gotin ku zêdetirî 20 rêxistinên lobiyê yên îsraîlî, di nav wan de Enstîtuya Trans Atlantîk, Komîteya Cihûyên Amerîkayê ya li Yekîtiya Ewropayê li Brukselê, zêdetirî 200 kesayetên payebilind ên Yekîtiya Ewropayê û qanûndaner razî kirine bi awayeka bêsînor û bêyî merc piştgirîya Rejîma Siyonîst bikin û di berdêla wê de ji serpişkiyên wek geştên luks bo Têlavîv û Qudsê û feydeyên din sûd werbigirin. Piştevaniya van kesayetiyên payebilind ên ewropî ji Rejîma Siyonîst, peymanên bazirganî di navbera Rejîma Siyonîst û Yekîtiya Ewropayê di hemû beşan de, ji wan teknolojiyên leşkerî heta paşguhkirina cinayetên rejîmê li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê û deverên din ên herêma Rojavayê Asyayê digire ber xwe.

Rapora kanala televîzyonê ya îtalî nîşan dide ku Antoniyo Tacani, wezîrê niha yê karên derve yê Îtalyayê, jî yek ji endamên koma lobiyê ye ku bi navê DostênDerveyî Pehnava Etlesê ên Rejîma Siyonîst tê nasîn. Tacanî wekî komîserê pîşesazî yê Yekîtiya Ewropayê di navbera salên 2010 û 2014`an de, Rejîma Siyonîst teşwîq kir ku beşdarî çend bernameyên Yekîtiya Ewropayê bibe. Bi hevahengiya wî asta bazirganiya di navbera Brîksêl û Têlavîvê de zêde bû. Tacani tenê carekê jî Rejîma Siyonîst ji ber kuştina bi deh hezaran sivîlên bêguneh li Xezze û Perrava Rojava şermezar nekiriye.

Serepeyv