Kanûn 30, 2024 20:17 Asia/Tehran

Pizîşkê pispor yê zarokan bal kişand ser candayîna 5 zarokan ji ber sermayê û got: Sermaya zivistanê careke din zengila xeterê derbarê rewşa nalebar a li zîvala Xezzeyê lêxistiye .

Ehmed el-Fera pizîşkê zarokan li Navenda Pizşkî ya Nasir li başûrê Zîvala Xezzeyê got: Zarokên şîrxwer  ku nikarin serma û seqemê tamul bikin  çawa dikarin di nava konan de bijîn û li serma û ba û baranê da  ewleh bimînin. 

Wî bal kişand  ser candayîna  5 zarokan ji ber sermayê li Xezzeyê   û got: Ger rewş bi vî awayî berdewam be û  çareseriyek neyê dîtin dê hejmara zarokên ku canê xwe ji dest didin zêdetir bibe.

Nivîsgeha ragihandinê ya Filistînê du rojan berî niha jî  ragihandibû ku piştî hilweşîna 110 hezar konên awareyan li zîvala Xezzeyê hevgavê pêla  serma û seqema giran  jiyana bi hezaran kesî di metirsiyê de ye.

Li gor raporteke din, hêzên siyonîst ku li bakurê Xezzeyê kiryarên xwe yên hovane didomînin, hejmarek ji nexweşan dema ku ji nexweşxaneya Endonezyayê bo nexweşxaneya Şefa ya bajarê Xezzeyê dihatin veguhestin, girtin.Çavkaniyên pizîşkî li Xezzeyê ragihandin ku hêzên siyonîst 4 nexweş ji  10 nexweşan dema ku ji nexweşxaneya Endonezyayê bo Şefayê dihatin veguhestin, girtin û  hatiye ragehandin rewşa yek ji van nexweşan xirab e.

Ji aliyê  din ve li Zîvala Xezzeyê di berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst ji vê sibê  ve 30 filistînî şehîd bûn.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, çavkaniyên pizîşkî li gotûbêja bi kanala  El- Cezîreyê re raghandin: 30 filistînî li encama bombebarana Rejîma Siyonîst ji vê sibê ve li navçeyên curbicur ên zîvala Xezzeyê şehîd bûn ku 15 kes ji wan li bakurê Xezzeyê bûn.

jimara şehîdên Xezzê li dereqa 451 rojên buhurî da rabûye 45 hezar û 541 kesan.

Serepeyv