Kanûn 24, 2024 20:11 Asia/Tehran

Alîkarê sersekreterê NY got, veguhestina alîkariyên herî kêm bo xelkê Filistînê li Zîvala Xezzê nepêkan bûye.

Tam Fêlçêr, alîkarê sersekreterê NY li karûbarên mirovdostane got: Di sala buhurî da para herî zêde ya hêzên alîkarîgîhandinê li Zîvala Xezzê hatine kuştine û veguhestina heta kêmek ji alîkariyên hewce, tevî hewcemendiyên mirovan nepêkan e. Fêlçêr herwiha got, leşkerên îsraîlî hîna jî bi awayeka biarmanc nahêlin hêzên alîkarîgîhandinê alîkariya kesên hewce yên li Xezzê bikin, heta wê astê ku zêde ji 100 daxwazên ji bo şandina alîkariyan bo bakûrê Xezzê ji 6`ê Cotmehê ve heta niha hatine redkirin.

Nûnerê NY li karûbarên mirovdostane pêgîrî kir, tevî viya Dîwana Navnetewî ya Dozgeriyê, komek ji hikmên demkî li ser pêşîlêgirtin û cezakirina cinayeta jînûsayda li Xezzê daye lê tevî viya şîdeta berdewam nîşan dide ku ti ciheke ewleh ji bo xelkê li Xezzê tineye û dibistan, nexweşxane û binavahiyên bajêr veguherîne kawilî û kelefeyan.

Fêlçêr got, dorpêçkirina bakûrê Xezzê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve sîbera xelayê xistiye ser serê vê navçeyê û ji aliyekî ve başûra Xezzê pirr qerebalix e ku şert û merceke bixof a jiyanê pêk aniye û hewcetiyên mirovî bi destpêbûna demsala Zivistanê zêde dibin. Rêxistina nehikûmî ya alîkarîgîhandinê ya Aksfamê jî di daxuyaniyekî da li bara bikaresat bûna rewşa li Xezzê pêhişyarî da û ragihand ku di mideha 2 meh û nîvên vê dawiyê da tenê nêzî 10 kamiyon ji alîkariyên mirovdostane li bakûrê Xezzê hatine belavkirin.

Serepeyv