Kanûn 14, 2024 17:33 Asia/Tehran

Rejîma Siyonîst di cinayeta xwe ya herî dawî de dibistanek li rojavaya Xezzeyê bombebaran kir û hejmarek ji welatiyên filistînî şehîd û birîndar kirin.

Artêşa Rejîma  Siyonîst  îro şemiyê dibistana el-Macide  Wesîle li rojavayê bajarê Xezzeyê bombebaran kir.

Di encama  êrişa hewayî  ser vê dibistana ku penaberên filistînî  têde dimînin 5 kes şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn.

Bi derbasbûna şer  nav roja xwe ya 435’an de, artêşa dagirkirê Qudsê bombebarana  navçeyên curbcur ên Xezzeyê didomîne ku di encama van êrişan de bi dehan kesên din şehîd û birîndar bûn.

Şeva borî û vê sibê artêşa Siyonîstî gef li xelkê  navçeyên li başûrê rojhilatê Cibaliyê li bakurê Xezzeyê xwar û ji wan xwest ku demildest ji van deveran derkevin ku êrişa  leşkerî yê pêk bînin.

Ji aliyê din ve Rêveberê Giştî yê Wezareta Tendirustiya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragihand ku  sedî 70 yê şehîdên Xezayê jin û zarok pêk tînin.

Mûnîr El Beriş , Rêveberê  Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê di gotûbêa  bi El Cezîreyê re tekez kir  ku ev zîval   bi temamî wêran bûye  û rastî karesata mirovî ya bêmînak hatiye.

Wî got: Sedî 70yê şehîdên şerê li dijî Xezzeyê jin û zarok pêk tînin. Dijminê siyonîst bi qest  dixwaze jiyana li Zîvala Xezzeyê  ji nav bibe û ew dixwaze ev navçe were valakirin. 

Hevgavê dewama jînosayd û cinayetên siyonîstan li Xezzeyê, xelkê welatên curbicur yên cîhanê ji wan li Tûnis,  Merakiş, Berlîn û Manhayma  Almaniyayê, Laheya Holenda, Oldhama Îngilisê, New York, Montrala Kanadayê û gelê Yemenê li navçeyên curbicur yên Yemenê bona piştgiriy  ji gelê Filistînê  xwenîşandan kirin û  cinayetên siyonîstan şermezar kirin.

Serepeyv