Dewama pişgîriya ji filistîniyan li cîhanê
Bi dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê û piştgîriya bi çekan a Amerîkayê û hevgirtiyên wê ji vê rejîma dagirkir, xwenîşandanên dijî jînûsayda xelkê Filistînê li Zîvala Xezzê li gelek welatên cîhanê hatin lidarxistin.
Di welatên curbicur ên cîhanê de bi boneya roja cîhanî ya Hevgirtina bi Filistînê re, xwenîşandan hatin lidarxistin. Piştgirên Filistînê li hember jînûsayda Rejîma Siyonîst li Xezzê, li ber konsulxaneya Rejîma Siyonîst li bajarê Sîdnî yê Awustralyayê xwenîşandanek li dar xistin. Li bajarê Erziroma Tirkiyê jî hejmarek dixtor û xebatkarên beşa tenduristiyê pê lidarxistina xwenîşandanan hevxemiya xwe bi xelkê Xezzeyê re nîşan dan.
Alîgirên Filistînê li bajarê Liyon a Firansayê jî bi vêxistina mûm û feneran û bilindkirina balonê, bi Filistînê re hevgirtibûna xwe diyar kirin. Li bajarê Ins a Otrîşê jî piştgirên Filistînê xwenîşandanek li dar xistin. Piştgirên Filistînê bi kombûna li ber hotêla cihê mayîna Yûaf Galant, wezîrê berê yê cengê yê Rejîma Siyonîst, daxwaza girtina vî cinayetkarê cengê kirin. Galant bi guhnedana hikmê Dîwana Navnetewî ya Cezayê, di yekemîn sefera xwe ya piştî dayîna vî hikmê, seredana Amerîkayê kiriye.
Di yek ji kombûn û xwenîşandanên herî mezin ên dijî siyonîstan li pakistanê da, bi hezaran kes ji xelkê vî welatî bi beşdariya li xwenîşandana ser navê Mirin ji bo Îsraîlê li bajarê Pîşawerê ji bilî şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezze û navçê, hevgirtîbûna xwe bi xelkê mezlûm û wêrek ê Filistînê nîşan dan.