Cinayetên Artêşa Terorê li Xezzeyê
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê bi daxûyaniyekê di roja 426-emîn a şer de ragihand ku artêşa dagirker a siyonîst di 24 sietên buhurî de 5 komkujî li dijî xelkê sivîl ê filistînî li vê zîvalê pêk anîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê bi daxûyaniyekê derbarê şehîdbûna 48 filistîniyên din di 24 sietên derbasbûyî de li Zîvala Xezzeyê agahî da ku di encama van êrişan de 48 filistînî şehîd bûne û 201 kes jî birîndar bûne.
Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst herwiha konên awareyên filistînî li devera Mewasiya Xan Yûnis; li başûrê Xezzeyê bombebaran kirin ku di encama vê êrişê de 20 filistînî şehîd û bi dehan kes jî birîndar bûn.Bi vî awayî hejmara şehîdên şerê dijî Xezeyê ji 7ê Cotmeha sala borî ve heta niha gihîştiye 44 hezar û 580 şehîdan û hejmara birîndaran jî rabûye 105 hezar û 739 kesan. Li gorî ragehandina Wezareta Tenduristiyê ya Filistine li Xezzeye zêdetirî 10 hezar kes jî bê ser û şûn bûne û di bin kavilan de ne di halekî de ku bombebarankirina deverên sivîlnişîn ên zîvala Xezzeyê tim berdwam dike, Rêxistina Efûya Navdewletî di rapora xwe ya herî dawî de ragihand ku kiryarên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê mînaka eşkere ya binpêkirina konwansiyona jînosaydê ya NY ye.
Di rapora vê rêxistinê de hatiye ku siyasetên Îsraîlê ne tenê bi mebesta xerabkirina binesaziya giring ên Xezzeyê tê kirin belku jinavbirina hêdî hêdî ya gelê Filistînê jî dişopîne. Rêxistina Efûya Navneteweyî tevî şermezarkirina van kiryaran bang li civaka navneteweyî kir ku demlidest bertekê nîşan bidin û zextê li Îsraîlê bikin û daxwaza azadkirina girtiyên Îsraîlî jî kirye.Antonyo Gotêrêş, Sekreterê Giştî yê NY jî di axiftinekê de tekezî ser pêwstiya berdewamiya çalakiyên UNRWAyê bo alîkariya gelê Filistînê kir. Gotêrêş tekez kir :UNRWA, wek saziyeke alîkariyê ya navneteweyî wek rêya herî sereke ya heyat û mayîna filistîniyan tê hesabê û tu saziyeke din nikare cihê wê bigre. Eva di halekê de ye ku Rejîma Siyonîst di mehên derbasbûyî de siyaseteke birêxistinkirî ji bo girtina pêşiya çalakiyên UNRWA`yê bona gurrtirkirina jînosayda li dijî fistîniyan li zîvala Xezzeyê şopandiye.