Mijdar 29, 2024 18:04 Asia/Tehran

Ji bo duyemîn sala li pey hev, Roja Cîhanî ya Hevgirtina bi gelê Filistînê re di halekî da hat pîrozkirin ku Xezze hîna jî di bin zextên êrişên leşkerî yên Rejîma Siyonîst de ye.

Sersekreterê Neteweyên Yekbûyî, Antoniyo Gutêrêş, îro Înî, 29`ê Mijdarê di peyamekê de  ya  jibo Roja Navneteweyî ya Hevgirtina bi Gelê Filistînê re got: Her sal di vê rojê de, civaka navneteweyî ji bo parastina rûmet, maf, edalet û çarenivîsa gelê Filistînê bi hev ra dibine yek. Bîranîna îsal bi taybetî balkêş e ji ber ku ew armancên bingehîn wekî berê dûr in. Roja 29`ê Mijdara her sal bûyerên tal ên wek derxistina biryarnameya ne adilane ya parçekirina Filistînê dixe bîra mêriv. Ev roj di heman demê de roja ragihandina hevgirtinê bi miletê Filistînê  bi bîr dixe. Ev roja herwiha roja ragihandina hevgirtîbûna bi gelê Filistînê re û hilbijartina Filistînê wek welatê çavdêr ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî tê hesêb.

Mesûd Pizişkiyan, serokê Komara Îslamî ya Îranê, bi boneya Roja Cîhanî ya Hevgirtina bi Gelê Filistînê re, di peyamekê de ji rêberên welatên cîhanê re ragihand: 29`ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Hevgirtina bi Gelê Filistînê re, roja hevgirtina cîhanê ya bi wêrektî û xweragirî, azadîxwazî û dadxwaziya wan gelan e ku bi destên vala li hember xirabtirîn hêzên ku dîrokê zêdetir ji heftê salan dîtiye rawestiyane. Hêzên ku kuştina zarokan, kuştina mirovên bêberevan, kawilkirina malên xelkê û terorkirina leheng û qehremanan, bi bêşermiyê şanaziya xwe dizanin û awirên gelê cîhanê yên bi fikar û bi awayekî ku bawer lê nakin jî nabin sedem hinekî şerm û fedî bikin. 

Di 29`ê Mijdara 1947`an de, Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî dabeşkirina Filistînê ya bi neheqî pejirand û ew bi fermî nas kir. Li gorî biryarnameya 181`ê Filistîn bû du beş. Piştî berdewamiya dagirkiriya siyonîstan di encama liv û tevgerên welatên endamên Tevgera Bêalîyan de, Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî di sala 1977`an de bi biryarnameyekê roja 29`ê Mijdarê wek Roja Hevgirtinê bi Gelê Filistînê re ragihand.

Serepeyv