Zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê
Li halekê ku şerê Jînosaydê yê Rejîma Siyonîst li zîvala Xezzeyê derbasî roja xwe ya 418 emîn bûye, Wezareta Tendrustiyê ya Xezzeyê îro Çarşemiyê amara nû ya şehîd û birîndaran ragehand.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku hejmara qurbaniyên cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023an ve heta îro gihîştiye 44 hezar û 282 şehîdan û 104 hezar û 880 kes jî birîndar bûne.
Vê Wezaretxaneyê her wiha ragihand ku dijminê siyonîst di heyama 24 sietên borî de sê komkujiyên nû li dijî malbatên filistînî li zîvala Xezzeyê pêk anîne ku di encama van êrişan de 33 kes şehîd bûn û 134 kes jî birîndar bûne.Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê jî tekez kir ku hinek ji qurbaniyan di bin kavilan de mane û ûrjans û berevaniya sivîl nikarin termên wan peyda bikin. Ji aliyê din ve nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên rojnamevan ji destpêka şerê jînosaydê li dijî Xezzeyê heta niha gihîştiye 190 kesan.
418 roja li ser êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê derbas dibe û ev demek e bi sedema nebûna xwarin û ava saxlem, nîşanên kêmxwarinê û bêhêziyê bi awayekî eşkere li nav zarokan û heta mezinan jî tên dîtin.
Rêxistina Berevaniya Sivîl a Filistînê jî wek saziyên din ên navneteweyî ragihand ku li Zîvala Xezzeyê tu maleke li zîvala Xezzeyê tine ku hewcetiyên jiyanên yên herî seretayî hebe û xerabûna rewşa tendrsutiyê û ewlehiya xwarinê bidestnexistina pêdiviyên herî sade û bingehîn ên jiyanê jî vê rewşê nîşan didin.
Di vê çarçoveyê de de Rêxistina Çavdêrê mafên Mirovan ragihand Rejîma Siyonîst koçberkirina bi darê zorê û birçîhiştinê wek çeka şer li zîvala Xezzeyê bi kar tîne.