Zêdebûna hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê bo 44 hezar û 235 kesî
Hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê ji destpêka destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê ji 7`ê Cotmeha sala 2023`an ve heta niha gihêştiye 44 hezar û 235 kes û hejmara birîndaran jî rabû 104 hezar û 638 kesî.
Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên zîvala Xezzeyê ji destpêka destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê ji 7`ê Cotmeha sala 2023`an ve heta niha, ihêştiye 44 hezar û 235 şehîdî û hejmara birîndaran jî rabûye 104 hezar û 638 kesî.
Li gorî rapora vê wezaretxaneyê Rejîma Siyonîst di 24 sietên derbasbûyî de li zîvala Xezzeyê 2 cinayet û komkujî pêk anîn ku di encamê de 24 kes şehîd û 71 kes jî birîndar bûn.Li gorî gotina rayedarên beşa Tendrustiyê li zîvala Xezzeyê termên hejmarek ji şehîdan hîna di bin kelefeyan de ne yan li kolanan hatine komkirin û ji ber dewama êrişên dagirkeran bi taybet li bakûrê zîvala Xezzeyê îmkana alîkariya bo kesên mexdûr tine.