Mijdar 20, 2024 17:55 Asia/Tehran
  • Roja cîhanî ya zarokan û rojên nalebar ên zarokên Xezze û Lubnanê

Roja Cîhanî ya Zarokan di halekî de tê lidarxistin ku kuştina zarokan li Xezze û Lubnanê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve berdewam e. Mijara ku bûye sedema dilnigeraniya UNICEFê.

Cêyms Elder berdevkê UNICEFê , Ajansa Zarokan a NY di axaftineke xwe de xitabî  xelkê cîhanê got: Kuştina zarokan li Xezze û Lubnanê bûye meseleyeke normal û ev asayîkirin bi talûke ye.Elder ragihand:  Di heyamê  du mehên borî de li Lubnanê zêdetirî 200 zarok hatin kuştin û 1100 zarok jî birîndar bûn. Eva di halekî de ye ku wer tê xûyanê  ku di kuştina zarokan de şêwazek dilnigeranker a bi navê asayîkirinê pêk hatiye.Ji destpêka şerê Xezzeyê ve  heta niha zêdetirî 15 hezar zarokên filistînî şehîd bûne û bi hezaran jî birîndar bûne. Piraniya zarokan li navçeên curbicur ên Xezzeyê jî  ber birçîbûnê di bin xetera mirinê de ne. Li gorî amarên  ku hatine weşandin, nêzî 4 hezar zarokên filistînî ji  ber birçîbûnê canê xwe ji dest dane û  hejmareke zav  jî ji ber birçîbûn, nexweşî,awarebûn û  û nebûna pêdiviyên bingehîn di ber xeterê de ne.

Îsmaîl Beqayî Hamane, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, hevgavê  roja cîhanî ya zarokan tekez kir: 19 ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Zarokan, bîranîna mafê hemû zarokan  jibo jiyana di aşitî û ewlehiyê de ye. Tevî hemû qanûnên navneteweyî, li Xezze û Lubnanê zarok ne tenê di şerê li Xezayê de dimirin belku , yên sax jî di nava tirs û xofa  şer de, bê mal û bê derman û tenduristî jiyan dikin.

 Enis El-Şerîf rojnevanê filistînî  wêneyên zarokên ku li  li El-Tifeyê li orhilata Xezzeyê canê xwe ji dest dane tomar kiriye. Wî midehek berî niha  di wesfa rewşa dibistana ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibû bombebarankirin,  li tora civakî  ya Xê nivîsî:

Dema ez gihiştim cihê komkijyê , zimanê min hat girtin û min hêza xwe ya axiftinê ji dest da. ji hejmara endamên leşan û xwîna ku min îro dît westiyayî û tijî xem û derdedar im rastî eva ye ku kuştin û îşkencekirina zarokên bêguneh ên filistînî di wijdanê mirovahiyê de birînên kûr çêkiriye. Dema wê hatiye ku civaka navneteweyî dawî li cinayetên hovane yên li dijî zarokên filistînî bîne.

Serepeyv