Hejmara şehîdên Xezzê gihîşte 43 hezar û 746
Wezareta tendirustiya Zîvala Xezzê ragihand hejmara şehîdên ji ber êrişên Rejîma Siyonîst ser vê navçeyê ji 7`ê Cotmehê ve heta nika gihîştiye 43 hezar û 746 şehîdî û hejmara birîndaran jî rabûye 103 hezar û 490 kesî.
Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand Rejîma Siyonîst di 24 saetên buhurî da 3 komkujî û jînûsayd li navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê cih anîne ku di encamê da 28 kes şehîd bûne û 120 kes jî birîndar bûne.
Di pêla nû ya cinayetên siyonîstan li Zîvala Xezzê da 5 filistînî di encama êrişa hewayî ya artêşa dagirkir ser konên awareyan li başûrê Mewasî Xan Yûnisê li başûrêî Zîvala Xezzê da şehîd bûn.
Hevgavê viya Komîteya Taybet a NY ragihand ku êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzê di rêza jînûsaydê ne û ev rejîma birçîtiyê wekî alavek ji bo şêrr bi kar tîne.
Komîteya taybet a NY li ser karên dijî mafên mirovan ên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan û Erebên li Erdên Dagirkirî yên Filistînê, di raporekî da ragihand ku anegorî lêkolînên ku hatine kirin ji Cotmeha 2023`an heta Tîrmeha 2024`an, gelek sivîl li Xezzê hatine kuştin û rewşa nika ya li vî navçeyî, gefek dijî jiyana filistîniyan e.
Anegorî nûçeyeka din eva 42 rojên lidûhev e ku artêşa Rejîma Siyonîst nahêle ku xwerin û derman bigihîje bi hezaran welatiyên dorpêçbûyî yên li bakûrê Zîvala Xezzê û şerrê jînûsayd, birçîhîştin û dorpêçkirina vê navçeyê didomîne.
Dewama operasiyona leşkerî, girankiirna dorpêçê û girtina pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovdostane û xwerinê bo bakûrê Zîvala Xezzê bûne sedem filistîniyên di vê navçeyê da rastî şert û mercên mirovî yên nebaş û rewşa xirab a tendirustiyê ve werin.