Mijdar 05, 2024 16:37 Asia/Tehran

Rejîma Siyonîst bereberê roja 400`an a şerrê li Xezzê, gişt Zîvala Xezzê bi taybet navçeyên bakûr dan ber bombeyan û nexweşxane û navendên bicihbûna awareyan kire hedef.

Leşkerên dagirkir di çarçoveya êrişên xwe yên hovane ser Zîvala Xezzê, nexweşxaneya Kemal Edwanê kirin hedef ku di encamê da şeş zarokên filistînî birîndar bûn. Ev yeka bû sedem ku Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê, êrişên berdewam ser nexweşxaneyan û derbeya li nexweşan şermezar bike û wê bidehşet wesif bike.

Wezareta tendirustiyê ya Filistînê jî li Zîvala Xezzê ragihand di 24 saetên buhurî da artêşa terorê 3 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne ku di encamê da 17 kes şehîd bûne û 86 kes jî birîndar bûn.

Nivîsgeha medyayên hikûmî li Xezzê jî ragihandiye artêşa rejîma terorê hîna jî di çarçoveya siyaseta xwe ya nemirovane, bi qest çeka birçîhîştinê dijî 400 hezar kesî li bakûrê Zîvala Xezzê bikar tîne ku di nava wan da zêde ji 100 hezar zarokên bêpar ji xwerin, av, derman û şîrê hişk hene. Wan medyayan, parêzgeha bakûrî ya Zîvala Xezzê, parêzgeheka tam bikaresat wesif kirine.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihandiye di encama êrişên artêşa terorê ser Zîvala Xezzê da 43 hezar û 391 kes şehîd bûne û 102 hezar û 347 kes jî birîndar bûne û 102 hezar û 347 kes jî birîndar bûne. Komên Berxwedana Filistînê li Zîvala Xezzê jî basa cihanîna çend operasiyonan dijî artêşa Rejîma Siyonîst kirin.

Tabûrên Izedîn Qesam, baska leşkerî ya Tevgera Hemasê di daxuyaniyekî da ragihand: Tankeka Mêrkaway li nêzîkariya nexweşxaneya Eymen El Seîdê li kempa Cibaliyayê daye ber rokêta Yasîn 105`ê û ev rûxandiye.

Berxwedana Filistînê herwiha cihên mayîna leşkerên Rejîma Siyonîst li rojavaya Beyt Lahiyayê li bakûrê Zîvala Xezzê da ber hawanan.

Serepeyv