Cotmeh 29, 2024 18:13 Asia/Tehran

Tevgera Berxwedana Libnanê, sibeha sêşemiyê herîkêm 6 daxuyanî li ser cihanîna operasiyonên dijî leşker û pêgehên Rejîma Siyonîst weşand.

Hizbullaha Libnanê ragihandiye ku kombûna hêzên dijmiê îsraîlî li navçeya El Yeiqoseyê li rex bajaroka Xeyamê li başûrê Libnanê daye ber mûşekan. Hizbullahê herwiha di daxuyaniyeka din da jî ragihandiye ku li El Hemamisê li başûrê bajarokê Xeyamê tankeka Mêrkaway a îsraîlî daye ber mûşekan ku   ji dûr ve  tê birêvebirin. Berxwedana Îslamî ya Libnanê herwiha careka din kombûna leşkerên Siyonîst li bajaroka Keriyat Şemûneyê kire hedef.

Ji hêla din ve çavkaniyên siyonîst ên nûçeyan ji derbasbûna xwefirekê nav navçeya Nehariyayê li El Celîl a Rojava û lêxistina zengilên xeterê di vê navçeyê da û navçeyên derdor agahî dan. Van çavkaniyan herwiha ragihandin ku ev xwefira li nêzîkî bajarê siyonîstnişîn ê Esqelanê jorda ketiye û zengilên xeterê li vê navçeyê jî hatiye lêxistin. Hevgavê viya kanala 11`an a televîzyona Rejîam Siyonîst di raporekî da ji zarê çavkaniyeka agehdar a siyonîst, basa tirsa Bênyamên Netaniyahu, serokwezîrê vê rejîmê ji xwefirên Hizbullahê kir. Li gorî ragihandina van medyayan, Netaniyahu xitabî rayedarekî ewlehiyê yê Îsraîlê gotiye êdî ti ciheka ewleh nemaye ku mirov xwe ji êrişên bi xwefiran ên Hizbullahê bifilitîne.

Medyayên Rejîma Siyonîst berî nika ragihandin ku civînên hefteyê yên kabîneya vê rejîmê ji ber mijarên ewlehiyê û ji tirsa êrişên muhtemel, veguhestine cihekî bilî cihê xwe yê hertimî. Di eynî demê da Xaça Sor a Libnanê di daxuyaniyekî da ragihandiye ku rejîma dagirkir a Siyonîst tevî ku ji pêş ve jê re hatibû ragihandin,  kadroya Xaça Sor a Libnanê dema ku ji bo rizgarkirina birîndarên ji ber bombebarana li bajarê Sûrê li başûrê vî welatî dimeşiyan, kire hedef.

Serepeyv