Cotmeh 20, 2024 16:35 Asia/Tehran

Wezareta tendirustiya Filistînê li amara xwe ya herî nû da ragihand ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta nika 42 hezar û 603 welatiyên filistînî li Zîvala Xezzeyê şehîd bûne.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku Rejîma Siyonîst di 24 saetên buhurî da 7 cinayet li Zîvala Xezzeyê cih anîne. Rejîma dagirkir di dewama cinayetên xwe yên li bakûrê Zîvala Xezzeyê da, malên sivîlan li Beyt Lahiyayê bombebaran kirin ku di encama vê êrişî da zêde ji 80 filistînî şehîd û birîndar bûn.

Wezareta tendirustiya Xezzeyê ragihand hewldanên alîkarî û rizgarkirinê li Beyt Lahiyayê ji ber ku têkilî û xizmetyên înternetê li navçê hatine birrîn rastî astengiyan ve hatine. Rayedarên NY jî rewşa bakûrê Xezzeyê dilnîgerankir û di rewşekî da ku nayê wesifkirin ragihandine.

Xelîl El Heye, rayedarê payebilind ê Hemasê, wek berteka li hember vê êrişê gotiye ev cinayeta pêkhatina nazîsma nûjen nîşan dide û Rejîma Siyonîst welatiyên neçar dike ji Zîvala Xezzeyê koçber bibin. Wî herwiha gotiye ku Hemas daxwaza sekinandina êriş û bihevreguherîna dîl û girtiyan dike lê Netaniyahu naxwaze şerr were sekinandin. Ensarullaha Yemenê jî bi weşandina daxuyaniyekî ev êrişa şermezar kiriye û gotiye bêdengiya serşorane ya NY û civaka cîhanî bûye sedema rûsortirbûna Rejîma Siyonîst û divê welatên îslamî û hemû azadeyên cîhanê kareka bibandor ji bo sekinîna li hember vê rejîmê cih bînin.

Artêşa Rejîma Siyonîst di çarçoveya cihanîna pilana generalan, bi awayeka berfireh xelkê bakûrê Xezzeyê dikuje û wan koçber dike. Armanca vê pilanê valakirina bakûrê Zîvala Xezzeyê û veguhertina wê li navçeyeka leşkerî ye.

 

 

Serepeyv